HDP’ê giliyê polîsên îşkencekar kir 2023-02-21 13:31:57   ENQERE - Di nav de rêberên partiyê jî, polîsan li Îskenderûnê îşkence li endamên HDP’ê kiribû. HDP’ê, giliyê li dozgeriyê giliyê polîsên îşkencekar kir.    Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di nav de rêveberên partiyê jî têkildarî îşkencekirina 10 endamên partiyê li Îskenderûn a Hatayê giliyê polîsan kir. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku derheqê waliyê Hatayê, Midûrê Emniyetê yê Hatayê, Midûrê Emniyetê yê Îskenderûnê û polîsên ku îşkence kirin de bi sedema “sûcê îşkenceyê kirine” lêpirsîn were desptêkirin.    Di daxwaznameyê de hat gotin ku tevî îdiayên derheqê wan de rast derneketine jî 10 kes hatine binçavkirin û ev tişt hatin diyarkirin: “Di bin ç avan de îşkenceyên giran lê hatin kirin. Van kesên bêguneh di erdhejê de xizmên xwe winda kirin, malên wan hilweşiyan û neçar man ku kargehên xwe veguhêzin. Lê hêzên ewlekariyê îşkenceyên giran li wan kirin. Hem di Makeqanûnê de û hem jî di Qanûna Cezayan a Tirk a hejmar 5237’an de îşkence hatiye qedexekirin. Her wiha bi qanûnên navneteweyî îşkence û miameleya xerab hatiye qedexekirin. Lê mixabin hatin îşkencekirin, gelek deverên laşê wan teqiyane, reş û şîn bûne, heqaretên giran lê hatine kirin, ji pişt ve hatine kelemçekirin û rûyê wan li dîwar ji pê ve hatine girtin. Dîmenên îşkenceyê di lêzdekê de ye.”