Parlamenterên HDP’ê çûn serdana Girtîgeha Islehiyeyê 2023-02-21 13:39:38   DÎLOK - Parlamenterên HDP’ê çûn serdana Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Vekirî yên Islehiyeyê û têkildarî rewşa girtiyan ji rêveberiya girtîgehê agahî standin.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan û Mûrat Çepnî li ser daxwaza malbatan, çûn serdana Girtîgeha Tîpa T a Islehiye ya Dîlokê. Malbatan da zanîn ku du midûrên ji hêla Wezareta Dadê ve hatine tayînkirin, zextê li girtiyan dikin.    Rêveberiya girtîgehê ku bi parlamenteran re hevdîtin kir, îdia kir ku tu zext li girtiyan nehatiye kirin. Rêveberiya girtîgehê di roja ewil a erdhejê de ji hêla germahî û xwarinê de pirsgirêk jiyane lê di roja duyemîn de ev pirsgirêk hatiye çareserkirin.    Di heman demê de rêveberiya girtîgehê got ku di erdhejê de ziyan gihiştibû xetên telefonê lewma bi rêya telefonên xebatkarên girtîgehê, hinek girtiyan bi malbatên xwe re hevdîtin kirine. Her wiha rêveberiyê ji parlamenteran re ragihand ku di girtîgehê de 24 girtiyên siyasî hene. s