Avahî li ber hilweşînê ye lê rapora ‘kêmxesar’ dane! 2023-02-21 14:08:47   AMED - Piştî erdhejê rayedaran dest bi tespîtkirina xesarê kirin û gelek avahiyên bi xesar hatin tespîtkirin. Piştî vê yekê hinek xwediyên xaniyan ji ber ku “nirxê bihayê xaniyan dikeve” daxwaza serlêdana rapora bêxesar dikin, hinek welatî jî ji ber ku avahiyên wan bixesarin û rapora “bêxesar” hatiye dayîn daxwaza dîsa lêkolînkirinê dikin.   Erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû tesîrek mezin li Amedê jî kir. Di encama erdhejê de li Amedê 7 avahî hilweşiyan û 409 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha nêzî hezar kes jî birîndar bûn. Gelek endezyar, avahisaz ên saziyên sivîl û yên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê dest bi tespîta xesarê kirin. Di encama van xebatan de ji 45 hezar 149 avahiyan hezar 110 avahî giran, hezar 44 nîv û 10 hezar 977 jî kêm xesar hatin tespîtkirin. Hinek kes ji bo ku dê bihayê avahiyên wan bikevin, hinek kes jî ji bo avahî bixesar e lê kêm xesar hatiye nîşandan, daxwaza bila xesar tespît dîsa bên kirin dikin.   Avahiya Îkîzler 6 qatî ku li navçeya Rezana Amedê ye di erdhejê de xesarek mezin dîtiye û kolonên wê derizîne. Tevî vê yekê jî tespîta kêm xesar hatiye dayîn. Şêniyên  avahiyê jî bertek nîşanê vê yekê dan û xwestin tîmên tespîta xesarê dîsa bên avahiya wan û lêkolînê bikin.    ‘KOLONEK DERZ LÊ KETINE SIWAX KIRINE’    Ji rûniştvanê avahiyê Mehmet Oztekîn destnîşan kir ku ew weke gelek kesan mexdûrên vê erdhejê ne û bi malbatên xwe re li kolanan in. Oztekîn da zanîn ku ew ditirsin bikevin avahiya xwe û wiha pê de çû: “Gava rayedarên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê hatin ji bo tespîtkirina xesarê bi dikandaran re axivîne û wan jî malê xwe fikiriye. Kes canê şêniyên apartmanê nefikiriye. Ji bo me tiştê herî girîng ewlehiya canê me û malbata me ye. Lê her kes li canê xwe pirtir malê xwe difikire. Kolonek deriziye hatiye suwaxkirin. Bi dîmen û wêneyan jî hatine tespîtkirin.”   ‘EM DIXWAZIN PÊŞÎ LI BER KARESATÊ BÊ GIRTIN’   Oztekîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rayedarên wezaretê, daîreke di qata yekemîn de nihêriye û li gorî vê daîrê biryara tevahî apartmanê daye. Xwediyê wî daîrê jî gotiye ku ‘Xaniyê min di çi halî de be, yên din jî bi wî halî de ne’. Li gorî vê yekê ji bo apartmana me biryara kêm xesar dane. Gava wesayîtek jî di ber apartmana me de diçe apartman diheje û hin parçe jê dikevin. Em bi malbat û zarokên xwe ve newêrin bikevin xaniyê xwe û derve dimînin. Êdî em jî nizanin dê çi bikin û bi kî derê ve biçin. Em kesî sûcdar nakin, em dixwazin pêşî li ber karesatekê bê girtin.”   DI KOMA WHATSAPPÊÊ DE NÎQAŞA ‘DÊ NIRXÊ BIHA KÊM BE’   Ji bo sîteyeke 4 blok ya li kolana 1141’an taxa Bagcilara Rezana Amedê rapora kêm xesar hat dayîn. Li ser vê yekê rûniştivanên sîteyê jî di koma Whatsappê de ‘dê nirxê bihayê avahiyê kêm bibe’  nîqaş kirine û xwestin ji bo rapora bêxesar serlêdan bên kirin.   Hinek axaftinên di komê de hatine kirin wiha ye: “Bloka C’yê bila baldar be, di kontrola rayedarên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayî de, di daîreya 3’yemîn a Bloka C’yê de derz hatine tespîtkirin. Ji ber vê yekê bloka we kêm xesar derbas dibe. Qasî ku ez dizanim dê serê daîreyê 10 hezar lîre bidin   Lê fikra min a şexsî ew e ku rûniştvanên blokê rabin biçin Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û daxwaza dîsa kontrol kirinê bikin   Çima ez vê dibêjim, ji ber ku ev 10 hezar lîreyê hûn digirin dê siberojê gelek dijwartir vegere.   Min cihê derizîne bi çavên xwe dît, bi qeneta min tu zirar nabe.    Ji ber vê yekê serlêdanekê bikin, ji ber ku dê siberojê gava hûn daîreyê difiroşin dê derkeve pêşiya we.   Ji vê saetê şûnde kesê ku dixwaze daîreyek bifiroşe yan jî bikire dikare li ser e-devletê qeyda xesarê binêre.    Hûn nikarin bidin bawerkirin ku ew derzbûn tiştekî gelek piçûk e.    Di vê mijarê de hûn dikarin li gel kesê X yê hejmara X a Bloka C’yê de dimîne bikevin têkiliyê”