‘Li Wanê planeke saziyên fermî ya têkildarî mexdûrên erdhejê nîne’ 2023-02-21 15:46:02   WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê diyar kir ku ji herêma erdhejê re alîkarî şandine û ji mexdûrên erdhejê re stargeh peyda kirine û anî ziman ku li bajêr planeke saziyên fermî ya têkildarî mexdûrên erdhejê nîne.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê têkildarî kampanyaya alîkariyê ya piştî erdhejên li Mereşê çêbûn dan destpêkirin û kêmasiyên pişt re hatin jiyîn, li Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên pêkhateyên platformê tev li civînê bûn.    ALÎKARIYÊN HATIN KIRIN    Serokê Şaxa Egîtîm Sen’ê yê Wanê Mûrat Atabay, diyar kir ku piştî erdheja çêbûyî weke rêxistinên girseyî yên demokratîk li bajêr têkildarî alîkariya bê kirin maseyeke krîzê avakirin û anî ziman ku bi kampanyayê li 3 depoyên cuda 17 TIR malzemeyê alîkariyê hate komkirin. Atabay, da zanîn ku ji TIR’ên alîkariyê 11 ji Semsûrê, 3 ji Dîlokê 2 ji Meletiyê û yek jî ji Mereşê re hatine şandin. Atabay, bi lêv kir ku ji bilî TIR’ên alîkariyê ji 620 malbatan re piştgiriya cil, xwarin, paqijî hwd. hatiye dayîn û 310 malbatên ji bajarên cuda hatine jî li otel, otelên apart û malên şexsî bi cih kirine.    ‘AGAHIYA SAZIYÊN FERMÎ NÎNE’   Atabay, da zanîn ku têkildarî xebatên ku maseya krîzê dikin bi alîkarên waliyê Wanê yên ji maseya krîzê ya li Miduriyeta Bajêr a Afadê hatiye avakirin berpirsyar re hevdîtinek kirine û wiha got: “Pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriya kêmasiyên li qadê rû dane bi rayedaran re parve kir. Lê hate dîtin ku li bajêr planeke saziyên fermî ya têkildarî mexdûrên erdhejê nîne.”     Atabay, kêmasiyên ku mexdûrên erdhejê yên tên bajêr dijîn û daxwazên ku kêmasiyên tên dijîn bên çareserkirin rêz kirin.