14 saziyên ziman daxuyanî dan: Em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya zimanê kurdî têbikoşin 2023-02-21 16:16:26   STENBOL - Saziyên ziman ên têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniya hevpar dan, bertek nîşanî hewldana guhertina demografiyê dan û wiha gotin: "Zimanê xwe ji însafa pergalê re nahêlin û em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî têbikoşin"   14 Saziyên ziman û kovaran têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke hevpar weşandin. Saziyan di daxuyaniya xwe de bal kişandin erdhejên li Mereşê çêbûn û wiha gotin: " Îsal em bi karesateke mezin a erdhejê pêşwaziyê li 21ê Sibatê dikin ku bi ser gelê me de hatiye. Tê gotin ku vê karesatê rasterast bandor li 15 mîlyon mirovî kiriye û ji ber wê bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest daye û hîna bi hezaran kes di bin kavilên avahiyan de ne û bi mîlyonan kes jî bê cih û war mane. Em wek saziyên zimanê kurdî bi vê minasebetê kesên ku jiyana xwe ji dest daye serxweşiyê ji malbatên wan re û ji gelê xwe re dixwazin û ji kesên birîndar re jî şîfaya xêrê dixwazin û dibêjin ku em xwe hevparê vê xemê dizanin. Her çend ev karesat karesateke siruştî be jî, ji ber xemsariya desthilatdaran, ji ber rant û talanê û bi taybetî jî, li Kurdistanê ji ber hişmendiya dijminane û dagirkeriyê vê karesatê encamên pir xerabtir derxistin holê. Eger di roja roj de tedbîrên pêwîst bihatina girtin û piştî erdhejê zû mudaxele bihata kirin, îro bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest nedida. Vê karesatê dîsan nîşan da ku ev pergal di mijara jiyana mirovan de çi qas zêde xemsar e."   GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ PIŞAFTIN Û QIRQIRINE   Saziyan di berdewama daxuyaniya xwe de wiha gotin: " Li aliyekî mirov hewl didin ku ji vê karesatê bi saxî bifilitin û li ser pêyan bimînin, li aliyekî din jî dewleta tirk dixwaze vê karesatê bike wesîleyeke wisa ku demografiya van bajarên me biguherîne, pişaftinê li wan deran pêşvetir bibe. Lewma jî li şûna ku lêqewimiyên erdhejê li bajarên din ên kurdan yan li bajarên nêzîk bi cih bike, wan dibe li bajarên tirknişîn û dûr ji bajarên kurdan bi cih dike. Guhertina demografiyê jî awayekî din ê pişaftin û qirkirinê ye. Ev yek nayê qebûlkirin! Erdhejê çawa ku xemsariya dewleta tirk a li hember jiyana mirovan derxiste holê, di heman demê de faşîzma li ser gelê kurd û zimanê kurdî û ya li ser penaberan jî derxiste meydanê.    EV PERGAL KESÊN NETIRK MECBÛRÎ MIRINÊ DIKE   Gelek kesên ku di bin kavilan de mabûn, ji ber ku bi tirkî nezanîne, tirsiyane ku eger bi zimanê xwe yê dayikê bibêjin 'hawar', kes dê bi hawara wan ve neçe. Lewma dengê xwe dernexistine. Ev rewş nîşan dide bê ka çawa ev pergal kesên netirk û tirkînezan mecbûrî mirinê dike. Bi heman awayî, tevî ku ev erdhej li gelek bajarên kurdan pêk hatibe jî, xetên telefonê yên hawarçûnê û saziyên ku ji bo lêqewimiyên erdhejê hatine avakirin da ku ew bi rêya wan cihê xwe diyar bikin yan jî pêwîstiyên xwe bînin ziman, di wan de bi tu awayî cih nedane zimanê kurdî. Mînaka herî berbiçav jî saziya bi navê YİMERê ye. Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!     TIŞTÊ ME JI DESTÊN PERGALÊ XELAS BIKE HEVGIRTIN Û RÊXISTINBÛNA GEL E   Çawa ku bi salan e gelê kurd li hember vê faşîzmê tê dikoşe, xwedî li zimanê xwe derdikeve, hevgirtin û rêxistinbûna xwe zêdetir dike da ku hebûna xwe biparêze, bi vê karesata giran derkete holê ku tiştê ku hebûna me biparêze, tiştê ku me ji destên vê pergalê xelas bike, hevgirtin û rêxistinbûna gel e. Hevgirtin û rêxistinbûna gelê me nebûya, dê encamên vê karesatê pir zêdetir bûbûna. Pêwîst e ji niha û pê de em vê yekê pêşvetir bibin. Ji ber ku rêyeke din nîn e ku em xwe ji vê pergala mirovkuj û zimankuj rizgar bikin.  Em wek saziyên zimanê kurdî bi boneya 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, dixwazin destnîşan bikin ku em di her şert û mercî de li ba gelê xwe ne, li ba zimanê xwe ne û gelê xwe û zimanê xwe ji însafa pergalê re nahêlin û em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî têbikoşin."   Navên Saziyên ku daxuyaniya hevpar dane wiha ne:  Enstîtuya Kurdî ya Amedê,  Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê,  Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê - Îzmîr  Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt  Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr  Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih  Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed  Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerêya Arsîsayê – Wan  Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed  Komeleya Zimanû Çandê ya Birca Belek – Cizîr  Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere  Kovara Destar – Amed