Pîrê elewiyan: Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila plana îmarê çêbikin 2023-02-21 16:37:34   SEMSÛR - Pîrê elewiyan Celal Demîrcî diyar kir ku di pêvajoya erdhejê de dewlet tenê di otobûsên polîs û leşkeran de dîtine û wiha got: “Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila piştgiriyeke mezin bidin plana îmarê ya welêt.”    Li Semsûrê li hêlekê cenaze tên definkirin û li hêla din jî hewldanên çareseriyê yên ji bo pêşerojê berdewam in. Bi erdhejê re zêdetirî hezar û 485 avahî bi temamî hilweşiyan û xesareke mezin gihişt nêzî 5 hezar avahiyan. Li bajar, 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran kes jî niha li kolanan ma. Dewleta ku ji roja ewil a destpêkê ve dereng mudaxale kir, piştî erdhejê jî nikare çareseriyan pêş bixe. Dewlet, mexdûrên erdhejê dişîne bajarên weke Aydin û Xarpêtê û ev sepan jî di nava gel de weke “polîtîkaya bêmirovkirinê” tê nirxandin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Baroyên Tirk (TTB), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), baroyên bakurê Kurdistanê û komeleyên herêmê bi hev re Navenda Koordînasyona Krîzê ava kirin û alîkarî da gel.    ‘DEWLET JI BO DAYÎNA NAN JÎ NEHAT’    Serokê Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Semsûrê û Pîrê Ocaxa Uryan Xizirê Celal Demîrcî ku tev li Navenda Koordînasyona Krîzê bûbû, qala tiştên li bajar qewimîn kir. Demîrcî, da zanîn ku cara ewil e xelkê Semsûrê erdhejeke wiha dijî û wiha got: “Lê dewletê gelek erdhejên bi vî rengî jiyan. Tevî hişyariyên ji bo erdhejeke Çêlikan-Kurdoxliyê jî dewletê guh neda û tevdîr negirt. Ji kêliya destpêkê ve me dewlet qet nedît. Daxuyaniyên rayedarên dewletê û rastiya li qadê hev nagirin. Me dît ku agahiyên xelet didin. Qet nehatin vê derê. Tenê daxuyanî dan. Reklamê xwe kirin. Hewl dan xwe ji hêla siyasî û îdeolojîk ve fînanse bikin. Lê daneketin qadê û tev li xebatên rakirina kavilan nebûn. Tevî wê baran û bagerê jî tenê ji bo dayîna nanekî jî bi rojan nehatin.”    ‘ME DEWLET TENÊ DI OTOBÛSÊN LEŞKER Û POLÎSAN DE DÎT’    Bi domdarî Demîrcî anî ziman ku êvara roja sêyemîn a erdhejê de dewlet di otobûsên leşker û polîsan de dîtine û wiha domand: “Min dît ku di otobûsan de leşker û polîs hene. Wezîrekî digot; ‘dewleta me bi polîs û leşkerên xwe li ser peywira xwe ye.’ Bi rastî jî ji bilî polîs û leşkeran tu kes nehat. Ew jî qet nehatin ser kavilan. Ev bû roja 16’an û hêj jî ji bo alîkariyê nehatine cem me. Konên xwe vedigirin. Ew bi xwe tê de bi cih dibin. Ji me ditirsina û digotin; ‘gelo ev tiştekî dikin.’ Polîs û leşkeran gef li me dixwarin. Carnan hinek mudaxale dikirin û digotin; ‘hûn nekin, em ê bikin.’ Bi israr hewl dan gel birçî û bêçare bimîne. Em bi tevahî tune hesibandin. Hewldana tunekirina Semsûrê ji nexşeyê ye.”    ‘WEZÎR DEREWAN DIKE’    Di berdewamê de Demîrcî gotina Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglû ku digot; “Me li Semsûrê her kes bi cih kir” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ev daxuyanî rast nîne. Wezîr, derewan dike. Li Semsûrê tu kes nehat bicihkirin. Semsûr hate valakirin û kesek li bajar nema. Yên mayîn jî tu cihekî lê bimînin tune ye. Wezîr, bi eşkereyî derewan dike. Yek ji bajarên herî zêde erdhejê lê bandor kirî jî Semsûr e. Lê qet nedan medyayê. Veşartin. Ez li Taxa Nû dijîm. Li cihê ez lê dijiyam, cihê kombûnê hebû. Di nava 3 rojan de yek zabiteyekê dewletê nehat wê derê. Hêj niha jî mirov li derve dimînin an jî ji bajar koç kirin.”    ‘MIROVÊN KU DEWLETÊ HEWL DIDA TUNE BIKE HATIN VÊ DERÊ’    Demîrcî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêxistinên civaka sivîl, sendîka, komele, partiyên siyasî ku gelemperiya wan HDP’î bûn û îktîdara heyî dixwest wan tune bike, ji şeva duyemîn a erdhejê ve êdî bi qasî têrî her kesî bike xwarin çêkirin. Xebateke pir mezin hate kirin. Tiştên pir baş bi ser xistin. Toreke piştevaniyê ya pir mezin hate avakirin. Ji bo gel bi tenê nemîne, me xebat dan destpêkirin. Me tenê ji plakayên wesayîtan dizanî bê ka alîkarî ji ku hatine. Ji bilî wê tu flama, amblem an jî nîşaneyên siyasî tune bûn. Bi temamî xebatekî însanî bû. Bi rastî jî me hewl da ku mirov ji birçan û sermayê nemirin. Her kesî çi ji dest bihata dikir.”    ‘DIVÊ MERCÊN VEGERA GEL BÊN AMADEKIRIN’   Pîrê elewiyan Demîrcî, axaftina xwe wiha qedand: “Bi rastî jî li Semsûrê karesateke mezin çêbû. Hema hema tevahiya avahiyan hilweşiyan. Xelk nawêre bikeve avahiyên mayî. Divê ji vir û şûnde hîn bêhtir konteynir bên avakirin û ji hêla aborî ve piştgiriyê bidin da ku gel bikare li vir bimîne. Divê bernameyên aboriyê yên nû jî bikevin meriyetê da ku gel bikare li jiyana xwe vegere. Bi sala ye bacên erdhejê tên komkirin. Lê ev pere tune kirin. Divê êdî şer tercîha vî welatî nebûya. Hejmara kesên ji şer hatine rizgarkirin, li cem yên ji erdhejê hatine rizgarkirin pir kêm dimîne. Li şûna polîtîkayên ewlekariyê, bila piştgiriyeke mezin bidin îmara welêt. Bila hemû lêçûn di vê çarçoveyê de bên xerckirin. Bila girîngiyê bidin perwerdeyê. Bi rastî ji bo avakirina welêt, hewcehî bi çêkirina avahiyên saxlem û planeke îmarê ya baş heye. Ji bo bi sedhezaran kes jiyana xwe ji dest nedin, divê hewl bidin. Sedema hebûna dewletê jî ev e. Heke nekarin vê bikin, wê demê di nezera me de tu peywirên dewletê namînin. Heke em bimrin, wê demê tu wateya dewletê namîne.”    MA / Omer Akin