DBP: Em bi yek dengî xwedî li doza zimanê kurdî derkevin 2023-02-21 16:57:33   AMED - DBP’ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî daxuyaniyek nivîskî parve kir û wiha got: “Em, 21’ê Sibatê pîroz dikin û bang li hemû sazî û partiyên kurdî dikin ku bi yek dengî, bi yek rengî xwedî li doza ziman derkevin da ku polîtîkayên asîmîlasyonê em bi hev re têk bibin.”    Di 17'ê Mijdara 1999'an de UNESCO'yê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî îlan kir û ji sala 2000'an vir ve ji bo piştgirîkirina cihêrengiya çandî û pirzimanî, li cîhanê ev roj weke "Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê" tê pîrozkirin. Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî parve kir.    Daxuyaniya DBP’ê wiha ye:    “Ziman ji bo her gelî girîng e lê ji bo gelê kurd û gelên bindest ên ku bi asîmîlasyon û qirkirinê re rû bi rû ne bingeha hebûna neteweyî ye. Desthilatdar bi salan e hewl didin ku rêya polîtikayên asîmîlasyonê çand û zimanê kurdî qir bikin. Bi taybetî piştî makezagona 1924’an zîhniyeta yekperest axaftina bi zimanê kurdî ya li sazî û kolanan qedexe kir, navên gund û bajarên Kurdistanê veguharande tirkî, hewl da ku bi rêya koçberiyê demografiyê biguherîne. Dem dibûhûr e, desthilatdarî diguhere lê zîhniyeta yekperest, îdeoljiya fermî ya dewletê ya li dijî gelê kurd naguhere.   POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ DIDOMIN   Îro jî heman zîhniyet bi destê hikûmeta AKP-MHP’ê polîtikayên pişaftinê didomîne. Çalakiyên kurdî yên çandî tên qedexekirin, deriyê saziyên kurdî tên morkirin û li hêla din bi dersên bijarte hewl didin ku gelê me bixapînin da ku rê li ber daxwazên perwerdeya bi zimanê zikmakî bigrin. Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafeke rewa yê mirovahiyê ye lê hikûmeta AKP-MHP’ê weke mafên din ên mirovahiyê  mafê perwerdahiya bi zimanê zikmakî bin pê dike.   BANG LI SAZÎ Û DEZGEHÊN KURDÎ KIR    Îro gelek saziyên fermî yên dewletê, bi zimanên cuda xizmetê didin lê di van xizmetan de cih nadin  zimanê kurdî ku ev yek dijminatiya li dijî gelê kurd û ziman e. Ji ber vê yekê divê em li her qadên jiyanê kurdî biaxivin  û ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî di nav têkoşinê de bin.    Em wek Partiya Herêmên Demokratîk Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz dikin û bang li hemû sazî û partiyên kurdî dikin ku bi yek dengî, bi yek rengî xwedî li doza ziman derkevin da ku polîtîkayên asîmîlasyonê em bi hev re têk bibin.”