Alîkariya xelkê Silêmaniyê gihaşt Rojavayê 2023-02-21 21:20:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Karwaneke alîkariyên ku xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji bo koçberên Efrînê yên dorpêçkirî û mexdûrên erdhejê kom kirin, gihaşt Şehbayê.   Piştî 5 rojan ji Silêmaniyê karwaneke alîkariyan a ji 7 kamyonan pêkhatî, ku di çarçoveya hemleya “Niwasîkim” de hatibûn komkirin, gihaşt Kantona Şehba ya dorpêçkirî. Alîkarî ji madeyên tenduristî, şîrê zarokan û madeyên din ên alîkariyan pêk tên.   Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Şebayê alîkarî wergirtin. Alîkarî dê li koçberên Efrînê û mexdûrên erdhejê bên belavkirin.    Hikûmeta Şamê, pêşî li ber alîkariyan girtibû.