'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin' 2023-02-22 09:01:59   ŞIRNEX - Dayikên Botanê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser rojavayê û Başûrê Kurdistanê dan û wiha gotin: "Dewlet li şûna ku biçe tang û topên xwe li çiyayên Kurdistanê bibarîne, bila biçe gelê di bin kavilan de derxîne."   Di 6'ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhej çêbûn. Her du erdhejan bandor li 11 bajaran kirin. Di encama erdhêjan de heta niha di ser 40 hezarî re mirov jiyana xwe ji dest dane. Her wiha heman erdhejan bandor li rojavayê Kurdistanê jî kir û li wir jî gelek kes ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan. Lê Tirkiye tevî vê jî di 12'ê sibatê de bi balafirên şer êrişr bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di êrişê de birindar û mirî çêbûn. Berevajî vê KCK'ê jî di 10'ê sibatê de ragihand ku ji ber erdhejê wan heya demekê çalakiyên leşkerî rawestandiye. Lêbelê dewleta tirk hem ji hewayî hem jî ji bejahiyê ve êrişên xwe yên li dijî HPG’ê ku di pozîsyona parastinê de ye didomîne. Di daxuyaniya HPG’ê de, hatiye diyarkirin ku carekê bi bombeya qedexe, 5 caran bi balafirên şer, 43 caran bi obus, tanq û çekên giran êriş li hemberî hêzên wan hatine kirin û ew jî nêçar mane ku bersivê bidin.    Dayikên Aştiyê yên Botanê bertek nîşanî êrişên dewletê dan û bang kirin ku demildest êriş bên sekinandin û alîakriya mexdûrên erdhejê bê kirin.    'EW KESÊN KU DIGOTIN TERORÎST IN AGIRBEST ÎLAN KIRIN'   Ji Dayikên Aştiyê Behiye Nayir anî ziman ku helwesta dewleta tirk nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Dema erdhêj çêbû xwedê negot, 'ev kurd e, ev tirk e, ev ereb e.' Bi yek carê çêbû. Divê hemû gelên Tirkiyeyê destê xwe bidin hev û birînên van mirovan derman bikin. Dewleta tirk divê bi hawara gelê xwe ve biçe û piştgiriyê bide gelê xwe. Li şûna ku alikariyê bide gelê xwe bi yek carê bi tang û topên xwe êrişî çiyayên Kurdistanê dike. Ew zarokên ku wî digotin, 'terorîst in' bi yek carê agirbest ragihandin û gotin, 'Heta demekê bi qasî ku ew êrîş nekin em çalakiyên xwe didin sekinandin.' Lê dewleta tirk nesekinî û balafirên xwe yên şer rakirin. Li aliyekî li Sûriyeyê dide li aliyekî jî li başûrê Kurdistanê dide. Em vê helwesta dewleta tirk şermezar dikin. Em vê helwesta dewleta tirk qebûl nakin. Hê heta niha alîkarî ji gelek gundên Mereşê re nebiriye. Xelk ji birçîna, ji sermana dimirin. Divê kurd, tirk û ereb destê xwe bidin hev û piştevaniya wan bikin. Çawa ku kesên di jêrzemînên Cizîrê de man avêtin çem, van jî wisa dikin. Em vê qebûl nakin. Bila vî şerê xwe yê qirêj bidin sekinandin."    'JI ŞER RE SEFERBER BÛ'   Ji dayikan Zeynep Begenir jî bal kişand ser êrişên dewleta tirk kir û got ku li şûna ku êrişî kurdan bike bila aliyê gelê xwe bike û wiha pê de çû: "Roja ku erdhêj çêbû, HPG'ê roja ewil daxuyanî da û ragihand ku 'Ev şerê qirêj bila niha bisekine û cihên ku hêzên me lê  ne bila çalakiyên xwe bidin sekinandin.' Lê belê dewleta tirk li şûna ku şerê xwe bide sekinandin, êrişên xwe zêdetir kir. Çiyayên Kurdistanê, gund û bajarên wê bombarduman kir. Li şûna ku ji bo alikariyê ji herêmên erdhêjê re bibe û seferberiyê ragihîne, ji şer re seferber bû. Di bin wan kavilên avahiyan de kurd man, ereb man, tirk man. Ji her nasnameyê mirov di bin wan kavilan de man. Divê tang û topên xwe bidin sekinandin û leşkerê xwe vekişandana. Li şûna biçe bi tang û topên xwe li wan deran bide, bila biçûya mirovên di bin wan kavilên avahiyan de derxistana. Heger li şûna şer bi hawara wan mirovan de biçûya, belkî bi hezaran mirov nemirana û di bin erdê de nemana. Dewletên cîhanê jî ew nedan sekinandin. Tew di rewşeke wiha de jî kurdan bombarduman kir. Bi şev û roj bombardumana xwe domand. Em wî û dewletê ku piştgiriyê dide şerê wî şermezar dikin."    'PEREYÊ JI ŞER VEQETANDÎN BILA JI ERDHÊJÊ RE BIHATA VEQETANDIN'   Dayik Nûriye Atmişê jî anî ziman ku Serokkomarê AKP'î Erdogan ji ber israra xwe ya di şer de gel bi mirinê re rû bi rû hiştiye û ev tişt gotin: "Dema ku ev erdhêja ewilî çêbû, diviyabû Erdogan ji bo alikariyê bang li Ewropayê û hemû dinyayê bikira. Heger seferberî ragihanda belkî ev qas mirov jiyana xwe ji dest nedana û ev qas mirov di bin kavilên avahiyan de nemana. Mirov mezinê derekî be, divê mirov wê mezinatiya xwe nîşan bide. Erdhêj çêbû, lê bombardimana xwe domand. Ew kesên ku wan digot, 'terorîst in' wan ji ber vê erdhêjê heta demekê şer da sekinandin. Heger Erdogan seferberî ragihanda belkî gelek kes hatibûna rizgarkirin. Lê belê rola xwe nelîst û xwe ker kir. Ew pereyê ku daye şer, heger ji herêmên erdhêjê re veqetanda belkî îro ev çênebûna. Bila sînor vekirina ku gel bi hawara Rojavayê jî biçûna. Bila wî jî wekî PKK'ê ev şerê xwe bida sekinandin. Ma ev erdhêj jê re bû firsend? Bila ji vê erdhêjê aqil bigirta û aştiya di nava gelan de ragihanda."     Dayik Emîne Atayê jî bal kişand ser agirbesta KCK'ê û got ku biryareke di cih de ye û wiha axivî: "Herêmên ku erdhêj lê çêbûne, em êşa wan his dikin. Sê rojan dewleta tirk nehişt ku alîkarî ji herêmên erdhêjê re biçe. Em vê hovîtiya li ser gelê me şermezar dikin. Alîkariyên ji herêmê re çûn hatin astengkirin. Alikariya ku ji Başûrê Kurdistanê hat jî 3'ê rojan hat sekinandin û nehiştin bigihên mexdûrên erdhejê. Heke dewletê piştgirîya gelê xwe bikira, ev qas mirî çênedibûn. Ne dewlet bi xwe xebitî û ne jî hişt ku gel alikariyê bike. Li şûna ku hemû hêza xwe da bombardumankirina çiyayên azad, bila ew hêza xwe ji herêmên erdhêjê re bişanda. Bila gelê kurd û tirk jî vê hovîtiya dewleta tirk bibîne. Li dijî vê bêtifaqiya dewletê pêwîstî bi hevkarî û tifaqiya gelê me heye. Bila gel hemû tifaqiya xwe ava bike û minet ji dewleta tirk neke."   'JI ERDHEJÊ REVÎN, DI BOMBEBARANA DEWLETA TIRK DE MIRIN'   Emine Alkişê jî bang li dewletê kir ku êrişên xwe bide sekinandin û got: "Gelê kurd aliyê her kesî dike. Lê dewleta tirk her tim bûye dijminê gelê kurd. Ew roja ku erdhêj li Rojavayê çêbû, dewleta tirk ew der bombarduman kir. Ma ev heqê xwedê bû? Ji erdhêjê reviyan, di bombardumanê de mirin. Pereyê ku ji bo kuştina gelê kurd daye bi çekên kîmyewî, bila ji herêmên erdhêjê re veqetanda."