Li Amedê erdhej çêbû 2023-02-22 09:06:40   AMED - Li navçeya Pîran a Amedê bi pileya 4’an erdhej çêbû.    Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) ragihand ku li Pîran a Amedê bi pileya 4’an erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej saet di 06.04’an de 7 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.