Pirsgirêka konan a Samandagê hêj nehatiye çareserkirin! 2023-02-22 10:38:18   HATAY - Hevserokê HDP’a Samandagê Naîm Ozbek diyar kir ku li Samandagê hêjte pirsgirêka konan nehatiye çareserkirin û wiha got: “Kesên dilxwaz birînên gel derman dikin. Me li vir dît ku hemû saziyên dewletê têkçûne.”    Yek ji herêmên herî zêde ji erdhejên Mereşê bibandor bûyî jî navçeya Samandag a Hatayê ye. Hilweşîneke mezin li navçeyê çêbû û di erdheja 20’ê sibatê de jî xesareke mezin gihişt navçeyê. Di erdheja dawî de li taxên Baglik, Tomuksuyu, Kapisuyu û Denîz ên navçeyê gelek avahî hilweşiyan û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li navçeyê kon nehatine vedan û park, kolan, dorse, avahî û baxçe jî weke daşir tên bikaranîn. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Samandagê Naîm Ozbek têkildarî rewşa navçeyê axivî.    Ozbek, da zanîn ku dema hatin navçeyê dîtin ku hilweşîneke mezin çêbûye û mirov li ser kavilan bi awayekî bêçare disekinin. Ozbek, wiha got: “Me tevî gel dest bi xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kir. Heta roja 3’yemîn a erdhejê jî tu tîmên dewletê li qadê nebûn. Gel, bi derfetên xwe hewl didan kavilan rakin. Di êvara roja 3’yemîn de jî hinek tîm hatin lê ekîpmentên wan kêm bûn. Ji gel tevir, mer, mirc û jenerator dixwestin. Di 5-6 rojên ewil ên erdhejê de xelk hêj jî ji şoka erdhejê derneketibû û pêdiviyên xwe pêşwazî nekirin. Di hefteya duyemîn de êdî hinek jî be şok li ser xwe avêtibûn û pêdiviyên xwe yên sereke pêşwazî dikirin. Ji her devera Tirkiyeyê kesên dilxwaz hatibûn navçeyê û pêdiviyên wan pêşwazî dikirin. Me li vir dît ku saziyên dewletê bi temamî têkçûne. Heke ne ji dilxwazan bûya, dê rewş gelek xerab bûbûya. Di dermankirina birînan de kedeke mezin dan.”    LI NAVÇEYÊ PIRSGIRÊKA KONAN HEYE   Bi domdarî Ozbek destnîşan kir ku tevî erdheja duyemîn jî li Samandagiyê pirsgirêka konan nehatiye çareserkirin û wiha bi dawî kir: “Heta duh jî welatî di konan de nebûn û tirseke mezin jiyan. Me jî tavilê welatî li qadeke vala kom kirin. Xelk reviya derve û kolan tije bûbûn. Agahî dihat ku kesên birîndar di avahiyan de hene. Heke pirsgirêka konan bihata çareserkirin, dê di erdheja duyemîn de xelk ewqa netirsiya. Pêdiviya me bi konana heye. Ji sedî 90’î xelkê konên wan nînin. Bi şev li dora agir kom dibin û li kolanan dijîn. Kesên kal hene, zarok hene, nexweş hene, jinên ducanî hene. Pirsgirêka konan, ji bo me pirsgirêkeke mezin e. Demsala baranan dest pê dike û dê mehekê bidome. Divê ev pirsgirêk tavilê bê çareserkirin.”    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen - Mujdat Can