‘Hewa sar e, merc giran in lê kon nayên şandin’ 2023-02-22 11:19:29   HATAY - Li gel ku bi ser erdhejê re 17 roj derbas bûne jî hêjta pirsgirêka konan a Samandagê nehatiye çareserkirin. Ji şêniyên navçeyê Hayrettîn Atar got ku ji sedî 90’î xelkê navçeyê li benda konan e û 30 hatine şandin jî ji hêla keya ve nayên belavkirin.    Beşeke mezin a navçeya Samandag a Hatayê di encama erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de hilweşiya. Di erdhejên 20’ê sibatê de jî navçe hîn bêhtir hilweşiya. Bi ser erdhejên ewil re 17 roj derbas bûn lê hêj jî pirsgirêka konan a navçeyê nehatiye çareserkirin.    Heta Şaredarê Samandagê Refîk Eryilmaz jî di weşana zindî de daxwaza konan kiribû lê dîsa ji sedî 90’î xelkê navçeyê pirsgirêka konan dijî. Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku tevî bi ser erdhejê re 17 roj derbasbûne jî dewletê tu konteyner û kon neanîne. Welatî dibêjin ku ev yek polîtîkaya dewletê ye û dewlet hewl dide navçeya ku piraniya wê elewî ne, ji mirovan vala bike.    10 ROJAN BANGA HAWARÊ DIKIRIN   Ji mexdûrên erdhejê Hayrettîn Atar ku mala wî ya li Taxa Kutudereyê hilweşiyaye, diyar kir ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê ji destpêka erdhejê ve kêm bûn û wiha got: “Xizmên min 10 rojan di bin kavilan de man û tevî bangawaziyan jî kesek bi hawara wan nehat. Ne tîmên agirkujiyê ne jî kemçe hatin. Heta alîkariya leşkerî jî nehat. 10 rojan banga ‘min rakin, min rakin’ kirin. Ma dê min bi çekûç çawa rakira. Dê çekûç çawa bê rakirin. Heke zû bihatina dê bi hezaran kes hatibûna rizgarkirin.”    KEYA KONÊN HATINE ŞANDIN BELAV NAKE!   Bi domdarî Atar da zanîn ku bi erdhejên di 20’ê sibatê re rewşa wan hêj xerabtir bûye û wiha domand: “Pêdiviya me bi konan heye lê nehatine şandin. Ji nîviyê zêdetir a miletî li derve ye. Dema em diçin cem keya dibêje; ‘bo me 30 kon hatine şandin, em nikarin belav bikin.’ Piştî erdhejên dawî em li ser hev pirsgirêkan dijîn. Di bin baranê de, di bagajên wesayîtan de dimînin. Ev 17 roj in hêjta pirsgirêka me ya konan nehatiye çareserkirin. Kîloyeke savar û şekirê didin û diçin. Ya din jî ava fêkiyan didin. Lê pêdiviya me bi konan heye. Duh jî 200 mal hilweşiyan. Bo me tenê kon û sotemenî lazim e. Em poşet û pedan kom dikin û dişewitînin. 5 zarokên min hene û em her tim petên vala dişewitînin û xwe germ dikin. Bo me ne sobe û ne jî dar tên şandin.”    JI SEDÎ 90’Î GEL LI BENDA KONAN E   Yek ji mexdûrên erdhejê Yalçin Arslan jî destnîşan kir ku di erdhejê de mala wî hilweşiyaye û ev tişt anî ziman: “Pêdiviya me bi konan heye lê naşînin. Em jî li gorî derfetên xwe hewl didin xwe li ser pêyan bigirin. Rewşa hewayî baş nîne lê dîsa jî konan naşînin. Me li gorî derfetên xwe bi nalyonan konek vedaye û li wir dimînin. Ji sedî 90’î xelkê navçeyê li benda kona ne.”    MA / Mujdat Can - Hamdûllah Yagiz Kesen