Li Hênê bi pileya 4.5’an erdhej çêbû 2023-02-22 11:20:09 AMED - Li navçeya Hênê ya Amedê bi pileya 4,5’an erdhej çêbû.    Li navçeya Hênê ya Amedê bi pileya 4,5’an erdhej çêbû. Li gorî parvekirina Rasatxaneya Kandîlliyê; li gundê Nerîbe Şeynon ê navçeya Hênî saet di 10.09’an de erdhejeke bi pileya 4,5’an çêbû. Hat ragihandin ku erdhej 5 kîlometreyan di kûrahiya erdê çêbûye. Piştre jî saet di 10.17’an de li gundê Risni yê Hênê bi pileya 1.8’an erdhejeke din çêbûye.