MALÇEP: Em neçarin li gorî şertên xwezayê avahiyan çêkin 2023-02-22 11:36:43   MELETÎ - Hevberdevkê MALÇEP’ê Ramazan Derîn bal kişand ser erdheja li Meletiyê û got: “Xweza xwe nû dike. Lewma em neçarin divê li gorî xwezayê bijîn. Em neçar in li gorî şert û mercên xwezayê avahiya çêkin.”    Erdheja ku di 6’ê Sibatê de çêbû li Meletiyê jî rê li ber karesatek mezin vekir. Li Meletiyê gelek avahî hilweşiyan û gelek mirov jiyana xwe ji dest dan. Hevberdevkê Platforma Parastina Hawirdorê ya Meletiyê (MALPÇEP) û rêveberê Komeleya Parastina Xwezayê ya Şîro (Poturge) Ramazan Derîn erdheja çêbû nirxand û da zanîn ku karesata ku bi serê xelkê de hat li ber çavan çêbû.    'JI BO RANTÊ JIYANA MIROVN DIXIN TALÛKEYÊ’    Derîn anî ziman ku piştî erdheja li Xarpêtê di çileya 2020’an de çêbû tu tevdîr li ber çavan nehat girtin û ew wê çaxê 7 mehan di kon de mane. Derîn diyar kir ku gelek hêmanên ku erdhejê çêbike hene û got: “Her çiqas me hişyar kir jî kesî guh neda me. Pergala kapîtalîst ji bo kara zêde xwezayê, jiyana mirovan û qadên jiyanê taxrîp dike û viya ji xwe re wek heq dibîne. Tu hişyarek li ber çavan nehatiye girtin. Lewma jî karesatên dijwar bi serê me de tê. Divê ji niha şûn ve avahî li gorî şert û mercên erdnîgarî û zemîna wê bên çêkirin. Li şûna mîmariya dirêjkî divê mîmariya berwerwarkî bê tercîhkirin. Her ku mirov xwezayê xera dikin xweza jî neçar e xwe nû bike. Xweza xwe bi nûkirinê neçare ku hin rêxistinên ku zorê li xwezayê dikin tune bike. Xweza xwe her tim nû dike. Lewma em neçarin divê li gorî ruhê xwezayê bijîn. Em neçarin li gorî şert û mercên xwezayê avahiyan çêkin. Divê em li ber vê pergala ku zorê li xwezayê radikin rabin û hesab ji vê pergalê bixwazin.”    MA / Ahmet Kanbal