Wêneyê ‘dewlet tune ye’! 2023-02-22 11:51:17   MEREŞ - Dîmenê welatiyê ku di roja 17’emîn a erdhejê de doşeka xwe li ser naverasta refujuya rêya navenda Mereşê raxistî erdê, di heman demê de bû wêneyê mexdûrên erdhejê yên digotin “Dewlet tune ye.”    Li gel ku bi ser erdhejên Mereşê re 17 roj derbasbûne jî hêj jî pirsgirêkên cihê mayînê û pêdiviyên sereke yên gel nehatine çareserkirin. Ji sedî 40’ê navenda Mereşê hilweşiya. Welatiyek, li naverasta refujuya li xaçerêyekê doşeka xwe raxistiye erdê û li wir dimîne. Wêneyê mexdûrê erdhejê, di heman demê de nîşan dide bê ka alîkarî di çi astê de tê kirin.   Ev dîmen, bû wêneyê bertekên mexdûrên erdhejê ku digotin; “Li vir dewlet tune ye.”    MA / Dilgeş Ruvanas