Welatiyê astengdar: Dewlet ji girtina xelkê re jêhatî ye lê dewlet nehat rizgarkirinê 2023-02-22 14:32:40   DÎLOK - Welatiyek astengdar ê li Islahiyeyê bûye mexdûrê erdhejê diyar kir ku 17 roj in wezîfedarên dewletê nehatine ba wan û got: “Ez qala Islahiyeyê bikim dê du saetan de polîs werin ber derê min lê ji bo rizgarkirina mirovan kes nehat vir.”    Li gel ku 17 roj bi ser erdhejê re derbas bû hê jî li navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê pirsgirêkên wek kon, ceyran û avê nehatine çareserkirin. Li taxan çopa ku nayê paqijkirin bêhnê wê li ser navçeyê belav bûye û tenduristiya xelkê dixe talûkeyê. Li gelek kolanan welatî çopê dişewitînin û dixwazin çareseriyê jê re bînin.    Welatiyek ji ber tirsa ku wê meaşê wî yê astengdariyê bê qutkirin navê xwe neda û ji ajansa me re axivî. Ew ji sedî 60 astendar e û li taxa Bahçelîevler a Islahiyeyê rûdinê. Welatiyê astengdar diyar kir ku tu rayedarek dewletê xwe negihand wan û alîkarî bi wan re nekiriye.    ‘DEWLET JI GIRTINA XELKÊ RE JÊHATÎ YE’    Welatiyê astendar wiha axivî: “17 roj derbas bûn hê jî min li kolanên me wezîfedarek dewletê nedîtiye. Vî konê me jî dilxwazan ji min re anî. Alîkariya xurek, cil û sobê hemû ji alîkariyên şexsî hatin. Ez nikarim ji kon derkevim. Avahiy kêleka me hilweşiya. Heta 5 rojan dengê mirovan ji bin kavil dihat. Kes bi hawara wan ve nehat. Roja 7’an hatin û wê çaxê jî cenazeyên wan derxistin. Niha ez dîmen bidim te û van tiştan bêjim wê 2 saet şûn ve polîs werin ber deriyê min lê belê ev dewlet ji bo rizgarkirina mirovan nehatin kolana me. Çapemeniya wan rastiyan berovajî dike. Mirov difikirin ku dewletê birînên wan pêça ye, lê belê tiştek wiha tune ye. Mirov bêçare man û terkî qedera xwe hatin kirin. Heke ji derve alîkarî nehata wê rewşa me xerabtir bûya. Xelk newêre dengê xwe derxe lê wê di hilbijartinê de wan bişînin. Îktidarek ku me nabîne heye. Ev ne bes e, bi ser vê re jî radibe heqaretê li mexdûrên erdhejê dike. Me çi bi we kiriye? Me tenê xwest mirovên me ji bin kavilan bên derxistin.”    MA / Bêrîvan Kûtlû