Li Semsûrê giliyê îşkencekirina dilxwazan hat kirin 2023-02-22 16:01:59   AMED - Baroya Amedê, ÎHD û OHD ên şaxên Amedê têkildarî îşkenceya polîsan a li dijî 5 dilxwazan raporek amade kirin û giliyê berpirsiyaran kirin.    Piştî erdhejê 5 welatiyên ji navçeya Çinara Amedê ji bo bibin dilxwazên piştevaniya bi erdhejê re çûbûn Semsûrê. Polîsan li her 5 dilxwazan dabûn û îşkence li wan kiribûn. Şandeyek ji Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ên şaxên Amedê têkildarî îşkenceyê raporek lêkolînê û tespîtê amade kirin.    ‘ÊRIŞ VEGUHERIYE ÎŞKENCEYÊ’   Di raporê de hat gotin gelek dilxwaz ji gelek bajaran ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê çûne herêmên erdhejê û gelek dîmên îşkenceyê di bin navê “talankeriyê” de hatin belav kirin û ew îşkence li gelek mirovên bêsûc û bêguneh hat kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku 5 dilxwazan ji qeymeqamiya Çinarê belgeyên destûrê hildane û di 11’ê sibatê de ji Amedê çûne Semsûrê û li dijî her 5 dilxwazan sûcê îşkenceyê hatiye kirin. Di raporê de hat gotin her sê saziyên navborî bi her 5 dilxwazan re hevdîtin kiriye û dilxwazan gotiye êriş li wan hatiye kirin û êriş veguheriye îşkenceyê. Di raporê de hat destnîşankirin ku qedexeya îşkenceyê hatiye binpêkirin û ew îşkence bi rapora tenduristiyê jî hatiye tespîtkirin.    GILIYÊ ÎŞKENCEKARAN HAT KIRIN    Her sê saziyên navborî derbarê îşkenceya li dilxwazan hatiye kirin de li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê giliyê polîsên îşkence pêk anîne kirin û hat xwestin ku berpirsiyar ango yên îşkence kirine werin tespîtkirin û cezakirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku divê rayedar demildest ji bo pêşîlêgirtina îşkenceyê gavan biavêjin û lêpirsînê bidin destpêkirin.