ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir 2023-02-22 16:02:45   AMED - ÎKK’a TMMOB’ê rapora çavderî û lêkolînên xwe parve kir û destnîşan kir ku hêj jî bê lîyakat bûyîn, rayedarên berpirsiyar ku ti car kêmahiyên xwe qebûl nakin û îstîfa nakin birêvebirina pêvajoyê berdewam dikin.   Maseya Krîzê ya Lijneya Koordînasyona Bajar a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê “Rapora Pêşlêkolîn û Nirxandina Erdhejê” ya têkildarî herêmên Amed, Semsûr, Elbistan û Bazarcixê eşkere kir. Daxuyanî li Şaxa Odeya Plansazên Bajar (ŞPO) a Amedê hate dayîn.    Hevberdevkê ÎKK’a TMMOB’ê Alîcan Çetînkaya beriya eşkerekirina raporê axivî û wiha got: “Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bi lixwekirina cil û bergên mîna cilêtê û derketina televîzyonê ve nayên kirin. Ya ku dikuje ne karesat lê AFAD e.”    AVAKIRINA KOORDÎNASYONÊ   Rapor, ji hêla Hevberdevka ÎKK’a TMMOB’ê Songul Aytek ve hate xwendin. Aytek, da zanîn ku Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ku ji hêla 84 saziyên civaka sivîl ve hatiye avakirin, tavilê civiyaye û ji roja ewil a erdhejê ve bi Navenda Koordînasyonê û Maseya Krîzê re dest bi xebatan kiriye. Bi domdarî Aytek got ku weke ÎKK’a TMMOB a Amedê maseya krîzê ava kirine û wiha domand: “Ji bo tespîtkirina xesaran û çavdêriyan, komeke ji 50 kesan pêk dihat hata avakirin û li qadê hatin peywirdarkirin. Her wiha li gel Maseya Krîza Navendî, ji bo rizgarkirina welatiyên di bin kavilan de makîneyên kar, teçhîzat û tîmên lêgerîn-rizgarkirinê hatin peydakirin û şandin. Her wiha ji bo alîkariyên cihê mayînê, xwarin, vexwarin, cil û berg, pêdiviyên lezgîn, veguhestin, xizmetên tenduristiyê û neqilkirinê jî gelek xebat hatin meşandin. Di vê mijarê de piştevaniyeke mezin hate kirin. Di vê çarçoveyê de bi hemû cureyên qenalên peywendiyan koordînasyonek hate danîn û hemû derfet hatin seferberkirin.”     ‘JI BO BERJEWENDIYÊN SIYASÎ HATINE BIKARANÎN’   Di berdewamê de Aytek diyar kir ku li Amed û herêmên din ên erdhejê ku wan lêkolîn lê kirine; hatiye tespîtkirin ku rêveberên xwedî wesf û bi liyeqat tune bûn, alîkariyên lezgîn hatine astengkirin, tîmên lêgerîn-rizgarkirinê ji bo mudaxelekirinê li benda fermanên îktîdarê sekinîne û wiha pê de çû: “Vê yekê jî kir ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin, birîndar bibin û ziyanên mezin ên madî çêbibin. Erêkirina avakirina bê rûxset, ên derqanûnî, ne kontrolkirina wan û efûya îmarê ji hêla hikûmetê ji bo berjewendiyên siyasî hatiye bikaranîn. Vê yekê jî rê li ber hilweşîneke mezin vekir. Weke TMMOB’ê me gelek caran ji bo venêrînê hişyarî dan lê em nehatin guhdarîkirin û avajî û plana bajar li gorî pergala rantê çêkirin.”    ‘EM Ê LI DIJÎ PERGALA QIRÊJÎ Û GEMAR TÊBIKOŞÎN’   Aytek wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet jî li herêmên ziyaneke mezin ê erdhejê gihiştiyê, hêj niha jî ceyran, av û gaz nîne. Rê hatine girtin. Ev yek nîşan dide ku wezaretên têkildarî xizmeteke baş nakin. Her wiha derket holê ku saziyên cemaweriyê û AFAD’ê ji bo karesateke wiha amade nebûn. Bi sedsala ye em van êşan dikişînin. Tevî vê karesatê jî heta niha tu rayedarên berpirsyar îstîfa nekirine. Em vê yekê qebûl nakin. Weke rêxistinên pîşeyî yên girêdayî TMMOB'ê, ji bo ku gelê me nebe qurbaniyê vê pergala qirêjî û gemar, em ê hevgirtina xwe mezin bikin û bi şopandina rêya aqil, zanist û teknîkê, ji bo avakirina qadên jiyanê yên lihevhatî yên mirov-xwezayî têbikoşin.”   TESPÎT Û PÊŞNIYAR   Aytek, bi domdarî encamên xebat û tespîtên xwe yên li bajar, navçe û gundan wiha eşkere kir:    * Ji bo berhevkirina belgeyên di asta delîlan de, ji bo bêbaweriya pêvajoya dozger û darazê ji holê bê rakirin û ji bo ev pêvajoya bi zelalî were meşandin, divê ji raya giştî re vekirî bê kirin. Divê wekî hev nêzî her kesî bibin û berpirsyar hesabê bidin.    * Di serî de li bajarê me, li herêmên lêkolîn lê hatiye kirin eşkere bû ku rêveberên xwedî wesf û bi liyeqat tune bûn, alîkariyên lezgîn hatine astengkirin, tîmên lêgerîn-rizgarkirinê ji bo mudaxelekirinê li benda fermanên îktîdarê sekinîne. Vê yekê jî kir ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin, birîndar bibin û ziyanên mezin ên madî çêbibin.    PRATÎKA QEYÛM RÊ LI BER HILWEŞÎNÊ VEKIR   * Di serî de şaredarên qeyûm lê hatine tayînkirin, gelek şaredariyan avahiyên bêrûxset, qaçax û ne di bin venêrînê de erê kirine, efûya îmarê hate derxistin ku hikûmetê di çarçoveya berjewendiyên siyasî de derxistibû û van sedeman kir ku hilweşîna heyî hîn mezintir bibe.   * Tevî ku Planên Kêmkirina Xetereya Karesatê ya Bajar a gelek bajaran hebûn û ev karesat dihatin texmînkirin jî, ji bo kêmkirin an jî ji holêrakirina van xetereyan tu gavên şênber nehatine avêtin.    * Hinek kesên ku hewl didin van rewşên awarte weke firsend bi kar bînin, ji veguhestinê heta kirê û neqliyeyan pereyê zêde dixwazin û mekanîzmayeke kontrolkirina van tune ye. Ev yek dike ku gel hîn bêhtir mexdûr bibe.    * Weke TMMOB’ê me gelek hişyarî dan lê tevî vê yekê jî planên avakirina bajar û îmarê li gorî pergala rantê çêkirin.    * Divê rê neyê dayîn ku li gundan avahiyên bêplan û bêyî ruxset bên çêkirin û venêrîna li ser van avahiyan hebe. Ji bo avakirina herêmên çoltar divê nirxandineke stratejîk a piralî bê kirin û biryarên ji bo demekî dirêj bên dayîn.    CIHÊN KOMBÛNÊ YÊN LEZGÎN TÊR NEKIR    * Li gelek herêman qadên kombûnê yên lezgîn têr nekir û hejmara personelên teknîkê yên gelek şaredariyan pir kêm man. Ji ber ku xebatkarên teknîkê xwedî tecrûbe nebûn, di mijara venêrînê de kêmasî derketin.    * Divê xebatên tespîtkirina xesarê yên ewilî bi baldarî bên kirin û ji bo gel bêpere be.    NE KARESATÊ LÊ AFADÊ KUŞT!   * AFAD’ê di dema xwe de mudaxale nekir û vê jî rê li ber gelek mirinan vekir. Sedema gelek mirinan AFAD û rayedarên wê ne.    * Ji ber ku rê girtî ne yan jî hejmar kêm e, hêj alîkarî negihiştine gelek deveran.    * Rêxistinên civaka sivîl, dilxwaz û gel xwestin xwe tavilê bigihînin van herêman lê başkêş e ku rayedaran rê li ber girtiye. Her wiha dilxwazên tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûne hatin binçavkirin û derbkirin.    PEYWIRA XWE YA VENÊRÎNÊ BI CIH NE ANÎN   * Derket holê ku di dema înşaetê de yan jî piştre ziyan gihiştiye pergala barkêş a avahiyan û ev yek nehatiye kontrolkirin.    *Di gelek avahiyan de xesar hate tespîtkirin û ev yek nîşan dide ku yekîneyên venêrînê peywira xwe bi cih ne anîne.    * Divê veguherîna bajaran li gorî gel bên kirin û heke binê avahiyan saxlem be, bila veguherînê di cih de bikin.    *Divê jîngehên nêzî xetên fayê û tên veguhestin, li deverên ku binê qayîm û nêzî cihê berê bên avakirin.    *Hewceye demografyaya herêmên erdhejê bê parastin.    DIVÊ LI XETEREYA ASBESTÊ HIŞYAR BIN   * Di dema xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de hewceye ji bo xetereya absestê hişyar bin û tevdîr bên girtin.”     LÎSTEYA PÊDIVIYAN Û CIH    Di dawiya raporê de jî herêm û pêdiviyên wan ên heyî wiha hatin rêzkirin:    BÊHIŞTÎ   Kon Beqliyeta hişk  Derman   SERGOLAN   Avakirina depoyên alîkariyê yên alternatîf Kon  Bincilên jin, zarok û zilaman Cîhazên germkirinê, sobe, sobeya daran û whd.   BAZARCIX   Kon Xurekên hişk Xurekên bingehîn (ard, şekir û hwd.) Bincil  Daşir, destşok û serşokên gerok û ava germ   ELBISTAN    Kon û cihê mayînê Sobeyên daran, cîhazên germkirinê, dar û komir Xurek Xurekên bingehîn (ard, şekir û hwd) Bincil (zarok, jin, zilam) Daşirên gerok Alavên paqijiyê  Wesayîtên taybet û eraziyê yên ku dê bikarin alîkariyê bigihînin gundan  Derman.”