Endamê SGDF’ê Polat ji ber ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin 2023-02-22 16:15:29   DÎLOK - Endamê SGDF’ê Ûmût Polat ê li herêma erdhejê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dikir bi îdiaya “heqaret li Erdogan kiriye” hate girtin.    Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst Ûmût Polat ê li Dîloka ku ji ber erdhejên li Mereşê çêbûn xesareke mezin dît xebatên lêgerîn û xelaskirinê dikir, duh li Taxa Vatanê ji ber derbarê wî de bi îdiaya “heqaret li Erdogan kiriye” lêpirsînek heye hate binçavkirin. Polat ê duh bi şev li Qereqola Yeşîl Vadî dihat rawestandin, îro ji aliyê dadgehê ve hate girtin.    SGDF’ya ku girtina Polat li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand wiha got: “Hevrêyê me Ûmût Polat ku ji bo birînên gel ên li herêma erdhejê terkî mirinê hatiye kirin derman bike li Dîlokê tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bû û duh hate binçavkirin bi hinceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin. Mezinkirina têkoşîna gelê me yê kedkar ji bo me rûmet e. Em ê çavtirsandî nebin.”