Tifaqa Ked û Azadiyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê 2023-02-22 18:43:29   HATAY- Tifaqa Ked û Azadiyê, çû navçeya Antakya ya Hatayê û serdan li mexdûrên erdhejê kir. Tifaqa Ked û Azadiyê, çû navçeya Antakya ya Hatayê û serdan li mexdûrên erdhejê kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevberdevkê Partiya Kesk a Çepgir Îbrahîm Akîn, Hevseroka Partiya Avabûna Sosyalîst a Ji Nû Ve (SYKP) Canan Yuce, Alîkarê Serokê/a EMEP’ê Sedat Başkavak, Endama Desteya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik, Berdevka Partiya Tevgera Kedparêz (EHP) Ozge Akman, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, siyasetmedarên Kurd Ahmet Turk û Sirri Sakik di nav şandeya tifaqê de bûn ku serdan li Antakyayê kir. ‘3 ROJAN BÊYÎ BERPIRSYARÎ DAXUYANÎ DAN’ Şandeyê li herêmê vekolîn kir û daxuyanî da. Umît Yogûn ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re dixebite, axivî. Yogûn diyar ki ku dergûşa warê şaristaniyan Antakya, bûye bajarê tirs û xof û neçariyê. Yogûn da xuyakirin ku gava erdhej rabûye ew li qata pêncan bûye û wiha axivî: “Tiştê em rû bi rû ne, neçarî ye ya tirs û xof e? Na, ji tevan jî girantir e. Sê rojan heval û hogirên min di bin kavilan debûn. Min bi çavên xwe ew erjengî dît. Sê rojan ne AFAD, ne şaredarek ne jî berpirsek ji desthilatdariyê… Bi Bêyî berpirsyarî daxuyanî dan û got: ‘Her tişt di bin kontrolê de ye.’ Her tişt di bin kontrolê de bû, çimkî her kes di bin kavilan de bû!“Yogûn, qala bûyerên ku dema AFAD’ê xebatên rizgarkirinê didomand, qewîmin wiha kir: “Dikevin hundir û dibêjin em ji bo vê derê nehatine erkdarkirin. Nizanin ku ji bo kû derê hatine erkdarkirin. Yek ji wan zarokan bi saxî derneket ji wê malê. Cenazeyên hevalên me derketin. 3 rojan ne hikûmet hebû ne jî dewlet. Em sê rojan li vir bêçare man. Li 11 bajaran erdhej çêbû, em bawer in ku rewşa bajarên din ji ya me xiraptir e. Desthilat em kiribûn du parçe, lê me dît ku ev fay hemû Tirkiye kir yek.”Yogûn: “Xaltiyên ji Wanê ji me re nan çêkirin. Ji ber ku li vir bêyî ku bibêjin rojhilat, rojava, başûr, bakur, Kurd, Ermen bi me re bûn piştevan. Gelo desthilat ev alîkarî bi me re kir? Li 11 bajaran erdhej çêbû, wezîran bi rûyekê bi ken tetbîqata erdhejê kir.“ Yogûn wiha dewam kir: “Ez ji wekî kesekê ji Antakyayê rizgar bûm, min hewl da ji mirovan re bibim nefes. Min xaltiyên extiyar dîtin, 3 roj xwarin nexwaribûn. Niha ji me re kon jî nayên. Min gelek caran telefonê AFAD’ê kir. Hûn dizanin çi şandin? Lîsteya konbajaran. Em ji bêçaretiyê mirin, em ji xemsarîtiyê mirin. Ez ê dest ji vî bajarî bernedim. Em dixwazin vî bajarî ji nû ve ava bikin. Em ji bo vê yekê bi hêvî ne, bi kevir û axa xwe ev bajar ji çanda me maye ji me re. Ez ê pêşkeşî tu kesê nekim. Ez bang li dostên xwe yên çûyî dikim ku ji nû ve Antakyayê ava bikin. Em deyndarê vî bajarî ne.” Şandeyê, piştî daxuyaniyê li serdanê dewam kir.