ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN 2023-02-23 09:00:54     * Malbata Hezer ku ji 12 kesan pêk dihat, niha ji ber zordestiya dewletê tenê dê û bav mane. Dayik Ayşe Hezer ku tu caran dest ji berxwedanê bernedaye got: "Dewletê gelek tişt anîn serê min. Zarokê min, hemû belav kirin, min û hevjînê min tenê hiştin. Lê min li hemberî wan serê xwe netewand û heta dilopek xwîn jî di laşê min de bimîne ez ê li ber xwe bidim."    * Hevberdevkê Însiyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Mahmût Erol ku bertek nîşanî bi awayekî komî definkirina mirovan da, diyar kir ku definkirina komî ji Şerê Cîhanê yê 2'yan ve qedexe ye û got: "Divê rêz li bedena mirî bê girtin, divê dawî li definkirina komî bê."    * Endama EKA'yê Delal Erol diyar kir ku gelê Antakyayê bi hêrs e û got ku di xebatên alîkarî û piştevaniyê de rûyê rast ê dewletê hatiye dîtin.   * Piştevaniya jinên Botanê ya bi jinên mexdûrên erdhejê re didome. Jin di çarçoveya kampanyaya "Jin piştevaniya bi jinan re dikin” mal bi mal digerin û alîkariyê kom dikin.   * Li navçeya Defneyê piştî erdhejên Mereşê du erdhejên din çêbûn û avahiyên saxlem jî hilweşiyan. Em bi tirs ser cadeya Gunduzê pêş dikevin ku avahî lê li ber hilweşînê ne. Bi dîmenên ku şer bi bîra mirov tînin rûbirû man.    * Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li bajarên Dîlok, Semsûr, Mereş, Hatay, Meletî û Amed’ê berdewam in. * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 703’yan de didome.  * Danişîna doza Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ku ji ber daxuyaniya têkildarî doza Denîz Poyraz tê darizandin dê li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê were lidarxistin. (09.00)   * Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji ber gotinên derheqê serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû de dihat darizandin dê li 47’emîn Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Stenbolê bê lidarxistin. (10.10)   * Danişîna “Doza Akademiya KCK’ê” dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (11.00)    * KCD, DBP, DDKD, HDP, HEREKETA AZADÎ, KKP, PAK, PARTIYA AZADÎ, PDK-BAKUR, PDKT, PÎA, PSK û TDK-TEVGER dê têkildarî karesata erdhejê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat daxuyaniyê bidin. (12.00)   *Hiqûqnas dê têkildarî erdhejê û geşedanên piştî wê li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyaniyê bidin. (12.00)