Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe 2023-02-23 09:42:10   ŞIRNEX - Piştevaniya jinên Botanê ya bi jinên mexdûrên erdhejê re didome. Jin di çarçoveya kampanyaya "Jin piştevaniya bi jinan re dikin” mal bi mal digerin û alîkariyê kom dikin.    Di 6'ê Sibatê de Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhêj çêbûn û ji vê erdhêjê 10 bajar jî bandor bûbûn. Piştî erdhêjê li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi peşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û piştevaniya rêxistinên civaka sivîl kampanya hatin destpêkirin. Li Botanê di çarçoveya vê kampanyayê de Şaredariya Silopiya ya HDP'ê seferberî ragihand. Piştî alikariya giştî vê carê jî bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkaya Jinan a Şaredariya Silopiyayê kampanyaya "Jin piştevaniya bi jinan re dikin” hat destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de TJA, Meclisa HDP'ê ya Jinan, Meclisa Dayikên Aştiyê li gund, bajar û navçeyan seferberî ragihand û mal bi mal alîkarî kom dikin. Heta niha di çarçoveya vê kampanyayê de TIR’a alîkariyê ya Mor gihîştiye navçeya Nûrdaghiya Dîlokê û alîkarî li jin û zarokan hatiye belavkirin.     'HERÎ ZÊDE JIN Û ZAROK MEXDÛR BÛN'   Aktîvîsta TJA'yê Guler Tunç diyar kir ku li herêmên erdhêjê yê ku herî zêde mexdûr bûne zarok û jin in û wiha axivî: "Li 10 bajarên me erdhêj çêbû û di van erdhêjan de bi hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji van gelek kes ji di bin kavilan de man. Di herêmên erdhêjê de yê ku herî zêde mexdûr bûne jî jin û zarok bûn. Îro jî em dibînin ku pêdiviyên jin û zarokan pêk nayinin. Weke her carê kesên ku dixwazin alîkarî û piştevaniya xwe nişan bidin jî tên astengkirin. Astengiyeke gelek mezin heye. Lêbelê li tevî van astengiyan jî hevalên me yên jin li qadan de piştvaniya xwe nîşan dan û heta niha xwe gihandine bi hezaran jinan û pêdiviyên wan pêk tînin. Di heman demê de di herêma me de koordînasyonên krîzê yê ku hatine avakirin 10 roj in ku xebatên xwe yên alîkariyê didomîne. Li tevî vê koordînasyonê me ji bo jinan jî koordînasyoneke jinan ava kir.”    'XEBATÊN BERFIREHTIR LI PÊŞIYA ME NE'   Tunç da zanîn ku kampanyaya wan bi qasî ku pêwîstî hebin dê bidome û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku me got ê ku herî mexdûr û êşa herî zêde kişandibûn jin bûn. Ji ber wê jî weke TJA koordînasyona me ya ku ji bo jinan hatiye avakirin jî li gelek deran li ser navê hin sazî û şaredariyan kampanya dan destpêkirin. Li vir jî me weke jinên herêma Botanê li ser navê Midûriyeta Politikayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê kampanyaya 'Jin piştevaniya jinan dikin’ da destpêkirin. Ji bo ku jin û zarok ji vê derûniya xerab derbikevin piştevaniyeke bi vî rengî pêwîst bû. Ji ber ku di vê erdhêjê de jinan ne tenê êş kişandin, di  heman demê de di aliyê tendûristî de jî mexdûr bûn. Ji jinên depremzede re me lîsteya pêwîst derxist. Ev çend rojin ku em li Botanê bênavber dixebitin. Di çend rojan de me ji TIR bêtir tişt komkirin. Ev kampanyaya me berdewam bike. Her wiha di 8'ê Adar nêzik dibe û kampanyayên me yên hê berfirehtir  yên ji bo jinan hebin. Em ê ji bo jinên depremzede xebatên xwe yên cûr bi cûr pêk bînin."    'PÊWISTIYA ME BI PIŞTVANIYA JINAN HEYE'   Ji koordînasyona kampanyayê Garîbe Bilir jî bal kişand li ser girîngiya piştevaniya bi jinan re û ev tişt anî ziman: "Ev kampanya kampanyayeke ku tevahiya Botanê tê meşandine. Ji roja ewil a ku me dest bi vê kampanyayê kir jinan eleqeyeke mezin nişandin. Alîkariyên ku pêdiviyên jinan û zarokan pêk bên hatin komkirin.  Armanca kampanyayê ew e ku bi jin û zarokên li herêmên erdhejê re hevgirtinek zêdetir bê kirin û pêdiviyên wan bên bicihkirin. Ev kampanya ne tenê li Silopiya û Şaredariya Silopiyayê re sînordar e. Li hemû bajarok, gund û taxên Botanê ev kampanyaye tê meşandi. Ew kampanyayek berfireh e. Hevalên me yên jin ên ciwan li gund û taxan ji bo komkirina pêdiviyên jin û zarokan dixebitin. Ev kampanya heta demekî dê berdewam bike. Weke jinên Botanê em ji jinan zêdetir piştgirî û hevgirtinê dixwazin.Ev kampanya dê demdirêj be û pêwîstiya me bi xurtkirina tifaqiya jinan heye. Jinên Botanê yên ku dixwazin bi me re hevkariyê bikin, dikarin tev li xebatên me bibin û ji bo pêdiviyên herî bingehîn bi cih bînin, alîkariyê bikin.”