Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin 2023-02-23 13:41:48 ÎZMÎR - Derbarê Hevseroka ÎHD’ê ya Giştî Eren Keskîn de bi îdiaya “Kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine hedef nîşan daye’ cezayê hefsê hate xwestin.    Derbarê bavê Denîz Poyraz a di encama êrişa çekdarî ya Onûr Gencer a li ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de di 17’ê hezîrana 2021’an de hate qetilkirin, Abdulîllah Poyraz de ji ber hevpeyvîna dabû Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin û ji vê dozê beraet kir. Derbarê Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku li ser medyaya dîjîtal bertek nîşanî vê doza hatiye vekirin dabû û lêpirsîn hatibû destpêkirin.    Danişîna ewil a doza ji ber parvekirinê derbarê Keskîn de hate vekirin li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hate dîtin. Keskîn a bi sûcên “Ji ber peywîra wî heqaret li peywîrdarê cemaweriyê kiriye” û “Hedefgirtina kesên ku di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine” tê darizandin bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    ‘ÊRIŞ LI OCAXÊN ULKUYÊ HATE PLANKIRIN’   Eren Keskîn a piştî tespîta nasnameyê parastina xwe kir bertek nîşanî îdiaya “Daxwaza wan heye ku têkiliya FETO/PDY’yê ya bi bûyera qetilkirina Denîz Poyrazê lêkolîn bikin” a di îdianameyê de cih digire da. Keskîn da zanîn ku FETO/PDY rêxistineke ku bi kêrî dewletê tê û dikare bi her cure sûcan sûcdar bike û wiha got: “Lê em difikirin ku têkiliya vî kesî bi rêxistinên din re heye. Mesela, ez difikirim ku têkiliya vî kesî bi Ocaxên Ulkuyan re heye û ev êrîş li vir hatiye plankirin. Derbarê sûîqesteke ewçend girîng a siyasî de, ev kes rojekê di binê çavan de hat ragirtin û têkildarî êrîşeke organîzeyî, tu lêpirsîn nehate kirin.”   Keskîn her wiha destnîşan kir ku wê dozger hedef nîşan nedaye û weke parêzer ew baş dizane ku ev tê çi wateyê û bi lêv kir ku tenê rexneyeke hiqûqî kiriye.   Parêzerên Keskînê Jiyan Tosûn û Jiyan Kaya jî parastin kirin ku sûc pêk nehatiye û beraeta Keskînê xwestin.    DAXWAZA CEZAYÎ   Dozger ê derbarê esasê de mutalaaya xwe pêşkeş kir xwest ku Keskîn bi sûcên “Ji ber peywîra wî heqaret li peywîrdarê cemaweriyê kiriye” û “Hedefgirtina kesên ku di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine” bê cezakirin.    Keskîn û parêzerên wê ji bo li dijî mutalaaya derbarê esasê de parastinên xwe amade bikin daxwaza demê kirin. Şandeya dadgehê ku daxwaza demê qebûl kir, danişîn taloqî 1’ê hezîrana 2023’yan kir.