TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir 2023-02-23 14:26:27   ENQERE - TUÎK’ê daneyên îstatîstîkî yên vîrûsa koronayê 2 sal piştre eşkere kir û da zanîn ku di sala 2021’an de hejmara kesên di koronavîrûsê de jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 565 hezar û 594 kesan.    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), îstatîstîkên kesên di şewba koronayê de jiyana xwe ji dest dayîn 2 sal piştre eşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê; di sala 2019’an de 435 hezar û 941 kesan ji ber şewba koronayê jiyana xwe ji dest dan, di sala 2020’an de ev rêjeye ji sedî 16,5 zêde bû û bû 507 hezar û 938 kes û di sala 2021’an de ji sedî 11,4 zêde bû û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 565 hezar û 594 kes.    Ji kesên di sala 2020’an de jiyana xwe ji dest dayîn ji sedî 56 jê zilam û ji sedî 44 jê jin bûn û di sala 2021’an de ji ji sedî 54,6 zilam û ji sedî 45,4 jî jin bûn.