Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê 2023-02-23 16:52:12   STENBOL - Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Mahmût Erol ku bertek nîşanî bi awayekî komî definkirina mirovan da, diyar kir ku definkirina komî ji Şerê Cîhanê yê 2'yan ve qedexe ye û got: "Divê rêz li bedena mirî bê girtin, divê dawî li definkirina komî bê."    Di erdhejên Mereşê de ku di 6'ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6'an pêk hatin, di ser 42 hezarî re welatî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha AFAD'ê niakribû ji bin barê rûxandina çêbû rabe û piştî 2-3 rojan çû hin herêman.    Ji ber ku hejmara miriyan her çû zêde bû û dereng mudaxileyî kavilan hat kirin, cenaze li mizgeft û kuçeyan hatin sekinandin. Bi taybetî li Semsûrê dîmeneke ku ji aliyê ajansa me ve hat ragihandin bû cihê bertekan. Di dîmenan de tê dîtin ku 10 cenaze bêyî bên şûştin, tevî kincên li ser wan li betaniyê hatine lefandin û di gorekê de ku bi kemçeyê hatiye çêkirintên definkirin.    Li aliyê din jî çendî dihat texmînkirin di bin kavilan de mirovên sax hene jî, kavil bi kemçeyan hatin rakirin. Ev yek jî bû cihê bertekên mezin. Ji lew re bi vî awayî cenazeyên di bin kavilan de jî perçe bûn.    Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Mahmût Erol, got ku definkirina komî qedexe ye.    Erol ku çû herêma erdhejê, da zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dabûn di hundirê kîsikan de li kuçeyan hatibûn sekinandin û got ku ev yek travma li xwediyên cenazeyan û gel peyde kiriye.    CENAZE RIZIYAN   Erol destnîşan kir ku divê rêz li bendena mirî bê girtin û got: "Cenaze li kuçeyan di kîsikan an jî di nava betaniyan de hatin sekinandin. Mirov ji bo destûrê bistînin, cenazeyên xwe xistin erebeyan edliye bi edliye li dozger geriyan. Gava li dozger geriyan cenaze riziyan. Ev hemû nîşan didin ku dewlet ne organîzekirî ye."    Erol bal kişand ser pergala hiqûqê ya welêt û got: "Hiqûq ne miriyan, mafên malbatên miriyan esas digire. Halbûkî gava mirovek mir, ne pêkan e muameleyeke xirab li bedena mirî bê kirin. Belkî li cîhanê cara ewil be; divê dewlet ji bo mafên miriyan qanûnekê çêbike. Ji lew re em wisa difikirin ku gava mirov bimirin jî mafên wan hene."    ‘DIVÊ DAWÎ LI DEFINKIRINA KOMÎ BÊ'   Erol bibîr xist ku li heêrma erdhejê komên xwedî baweriyên cuda hene û got ku ev kes divê li gor bîr û baweriya xwe bên definkirin. Erol bertek nîşanî definkirina komî daw û got ku definkirina komî ji Şerê Cîhanê yê 2'yan ve qedexe ye.    Her wiha Erol got ku bi definkirina komî re mafê duakirinê yê malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane jî tê binpêkirin.