ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-24 09:00:14   * Sê hevreyên hev Nûrî Ari, Ramazan Ozyigît û Abdullah Oflas ku 30 sal berê hatibûn girtin û bi hev re hatin berdan diyar kirin ku girtîgeh bi pergaleke taybet tên birêvebirin û got: "Êrîşên wan ê li ser girtîgehan hene, lê li hemberî vê berxwedan jî heye. Jixwe tişta ku mirov nêzî azadiyê dike jî ev berxwedan e."     * Hat diyarkirin ku dê maliyeta avahiyên li herêmên erdhejê bên çêkirin ji sedî 60 ji aliyê dewletê û ji sedî 40 jî ji aliyê gel ve bê dayîn. Maksût Yildiz ku bertek nîşanî vê da got: "Dê 20 salên din jî me deyndar bikin."    * 19 roj di ser erdhejê re derbas bûne lê hê jî li Taxa Yavûzselîmê ya MEreşê pirsgirêka konan û zexîre nehatiye çareserkirin. Mehmet Gonluşen got: "Ji ber ku em kurd bûn, tu kes serî li vir neda."    * Piştî erdhejê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêmê zêde bûn. Li Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa T'yê, îdareya girtîgehê bi hinceta "firar"ê hejmara quflên deriyên hucreyan kir sisê.    * Xebatên rakirina xirbeyên li Dîlok, Semsûr, Mereş, Hatay, Meletî û Amedê ku di du erdhejên bi dijwariya 7.7 û 7.6 a li Mereşê de avahî hilweşiyan, dewam dikin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê daye destpêkirin wê di roja 704’emîn de li ber Edliyeya Rihayê bidome.    * Danişîna doza bi hinceta xelat dane Jin TV’yê derbarê endamên Lijneya Rêveberiya Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê de hatiye vekirin wê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * Nûçegihanê Rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn ê dema diçû nûçeyê di 24’ê sibata 1992’yan de ji aliyê tetîkkêşê Hîzbûllahê ve li Êlihê hate qetilkirin dê li ser gora xwe ya li Goristana Çamliyê bê bibîranîn. (13.00)   * Danişîna doza têkildarî Nîhat Kazanhan ê 12 salî ku bi guleya polîsan hate kuştin hatibû vekirin, wê bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ji nû ve li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran bê lidarxistin. (14.00)