Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye 2023-02-24 12:19:42 MEREŞ - Bijîşk Yasîn Yildirim ê li gundê Narliyê bi dilxwazî xizmeta tenduristiyê dide, diyar kir ku weqayên gurîbûn û vijikiyê dest pê kirine û bal kişand ser kêmbûna ava vexwarinê û malzemeyên paqjiyê.    Piştevaniya saziyên sivîl ên civakî û dilxwazan a bi mexdûrên erdhejê ya gundê Narliyê ya navçeya Bazarcixa Mereşê didome. Tenduristvanên di nav tîma dilxwaz a ji Enqereyê hate Narliyê de cih digirin, li cem pêdiviyên bingehîn xizmeta tenduristiyê didin.    Bijîşk Yasîn Yildirim diyar kir ku piştî erdhejê bi malzemeyên bi xwe re anîn hate Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Gundê Hasankoca yê Bazarcixê ava kir û wiha got: “Me xwest piştî vê komkujiya ku rejîma AKP’ê û MHP’ê û sermayeyê bandora xwe gelek zêde lê kir tevkariyê li vê piştevaniya civakî ya bi rêxistinbûyî bikin.”   AVA VEXWARINÊ Û CIL TUNE NE   Yildirim, bi lêv kir ku piştî qeyûm tayînî Hasankoca hate kirin hatine Narliyê li vir di revîra hatiye avakirin de xizmetên tenduristiyê didin û wiha got: “Di rojê de nêzî 150-200 mexdûrên erdhejê tên. Rojên ewil ji ber ev hejmar 2-3 saetan zêde bû dema me ya daneyan bigirin jî tune bû.”    Yildirim, da zanîn ku ji ber li navçeyê qenalîzasyon, tuwalet, cihê serşoştinê, ava paqij û bincilên paqij nînin pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin holê û got: “Ev kêmasî dibin sedemên şewbê.”   ‘ME DI 20 MALBATAN DE GURÎBÛN TESPÎT KIR’   Yildirim, anî ziman ku li Narliyê şewba ewilî tespîtkirine gurîbûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman rojê de bi komî di 12 malbatan de me gurîbûn tespît kir. Di rewşa heyî de jî ev hejmar bi ser 20 malbatan ketiye. Hawireke ku em karibin şewba gurîbûnê kontrol bikin nîne. Di konan de herî kêm 4 kes dimînin, zarok di nava rojê de li qadê temas dikin. Ji xwe losyon û şampûanên gûrîbûnê nînin. Şensê mexdûrên erdhejê yên di konan de dimînin û derfetê wan ê xwe gihandina ava paqij nîne. Qasî ku ji destê me tê em bergiriyên ku kesên jê bandor bûne xwe jê biparêzin zêde dikin.”   ‘DIVÊ JI BER ŞEWBÊ BERGIRÎ BÊN GIRTIN’   Yildirim, anî ziman ku ji ber goreyên ku bi rojan nayên guhertin birînên lingan çêdibin û wiha pê de çû: “Li vê derê em nikarin tedawiyeke bi bandor pêşkeş bikin. Lê ji bo pirsgirêk berdewam neke divê gore her tim bên guhertin. Ji ber xwe gihandina bincilan jî pirsgirêk e gelek jin bi enfeksiyonên vajinal re rûbirû dimînin.”   Yildirim têkildarî pirsgirêkên li navçeyê diqewimin ev tişt gotin: “Li konbajaran germbûn bi sobeyê dibe. Ji ber vê yekê bi şevan her kes bi ji dû û tozê bandor dibe. Gelek kesên tên revîrê girêdayî vê bi giliyên kuxik, êşa qirikê û ava ji difinê tê, tên. Pirsgirêka tuwalet û xwe gihandina ava paqij di çend rojên dawî de wekayên vijikiyê zêde kirin.”   PÊDIVIYÊN LEZGÎN   Yildirim pêdiviyên lezgîn wiha rêz kirin: “Li herêmê ji bo tenduristiya civakê pêk were divê bincilên paqij, eşofman, ava vexwarinê, tuwaletên bi pergala qenalîzasyonê an jî tuwaletên kompost, malzemeyên paqijiya vajinal, ava lêkeyan, deterjan û malzemeyên tenduristiya dev divê bilez ji gel re bên ragihandin.”   XETEREYA DI AVÊ DE    Yildirim, diyar kir ku şaredariyê dest bi dayîna avê ya hin gundan kiriye lê bi fikarin ku ev av çiqas paqij e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku erdhejê xesar dabe tesîsata avê, pêşniyara me ew e ku avên kaniyan neyên vexwarin û rast e rast di qirêjbûna avê de neyên bikaranîn. An jî her çiqas bawerî pê nebe jî bêyî ku av were bikaranîn divê bê kelandin.”   ‘TEVÎ ZEXTAN WÊ PIŞTEVANÎ BIDOME’   Yildirim, destnîşan kir ku li Narliyê tişta di xizmeta tenduristiyê ya 24 saetan de wan aciz dike zextên hêzên ewlehiyê û endamên îstîxbaratê yên sivîl in û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di nava rojê de her tim polîsên sivîl weke nexweşan tên hewl didin derbarê xizmeta me û em kî ne de agahiyan bigirin. Ev hem xizmeta tenduristiyê asteng dike hem jî gefê li ewlehiya dilxwazan dike. Em xizmetê didin herêmeke ji 100 konan pêk tê û hin mexdûrên erdhejê ji konbajarên dûr tên. Ev yek jî balê dikişîne ser me. Em ê li vir piştevaniya civakî bidomînin.”   MA / Dilgeş Rûvanas