Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin 2023-02-24 14:05:51   AMED - Bi mebesta ku ji avahiyên hilweşiyayîn û yên xesar gihiştiyê delîl bên komkirin û kes û saziyên qisûriya wan di avakirina wan de hey bên tespîtkirin, li Amedê kar û barên keşfê hatin destpêkirin.    Yek ji bajarên ku di erdhejên Mereşê de bibandorbûyî jî Amed e. 1’emîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Amedê, kesê pispor û Baroya Amedê ji bo ji avahiyên xesareke mezin gihiştiyê û yên nîvxesar delîl bên komkirin, kesên qisûra wan di çêkirina van avahiyan de heyî bên tespîtkirin û rêvebirina pêvajoya hiqûqî, dest bi xebatên keşfê kir.    DÊ DELÎL BÊN KOMKIRIN   Baroya Amedê serî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Amedê dabû ku heta keşf tên kirin, xebatên hilweşandina avahiyên bixesar bên sekinandin. Dadgehê ji ewil ev serlêdan qebûl kir û piştre jî ji biryara xwe geriya û got ku di vê mijarê de dadgehên rayedar, dadgehên kargerî ne. Dadgehê ji bo tespîtkirina sedemên hilweşînê, biryara kefşkirinê da. Biryar, bi saya hewldanên Baroya Amedê hate dayîn. 1’emîn Dadgeha Cezayên Silhê, kesê pispor ê dadgehê tayînkirî û Baroya Amedê ji bo komkirina delîlan, tespîtkirina kesên di çêkirina avahiyan de qisûra wan heyî dest bi xebatên keşfê kirin.    'EM DIXWAZIN BERPIRSYARAN DERXÎNIN HOLÊ’   Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Em dixwazin di serî de were tespîtkirin bê ka etûda zemînên avahiyên xesareke mezin gihiştiyê bê kirin, kes û saziyên di dema çêkirina van avahiyan de xeletî û qisûriyên wan hene bên tespîtkirin. Ji bo pêvajoya cezaî û hiqûqî were destpêkirin, divê ev kar tavilê bê kirin. Em dixwazin ku kesên berpirsyartiya wan di çêkirina van avahiyan de heye tavilê derxînin holê. Divê gelê me mafên xwe bi awayekî baş bi kar bîne û ji bo bikaranîna van mafan jî em temînatê didin wan.”