Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin 2023-02-24 14:27:27   ÎZMÎR - Baroya Îzmîrê diyar kir ku piştî erdhejê li dijî penaberan polîtîkayên cihêkar hatine sepandin û ev sepanên ku jiyana penaberan zehmettir nayên qebûlkirin.    Baroya Îzmîrê têkildarî penaberên Sûriyeyê piştî erdhejê ku polîtîkayên cihêkar li wan tên sepandin, daxuyaniya nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber erdheja çêbû penaber carek din neçar mane ku carek din koçber bibin û hin bêtir ketine nava şert û mercên zehmet û neçarin di van şertan de bijîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî erdhejê li dijî penaberan polîtîkayên cihêkar hatine sepandin û ev sepanên ku jiyana penaberan zehmettir nayên qebûlkirin.