Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye 2023-02-24 15:20:32 MEREŞ - Têjikekî kûçik ku her du lingên wî şikestîn, xwe xişand û gihande konbajar, li benda tedawîkirinê ye.    Di encama erdheja Mereşê de zêdetirî 43 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gel mirovan, gelek ajal jî di erdhejê de mirin. Bi taybet jî li gundan ku karê sewalkariyê tê kirin, gelek sewal di bin kavilan de man û mirin. Li bajarokê Narli yê Mereşê piştî erdhejê wesayîtekî li têjikeke kûçikan da û her du lingên wî şikandin. Têjikê ku nikare bimeşe, xwe xişand û gihande konbajarê ji hêla Koordînasyona Krîzê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve hatiye avakirin. Têjik, li benda tedawîkirinê ye. Rayedarên koordînasyona krîzê dan zanîn ku li herêmê veterîner nînin, ji bo tedawîkirinê serlêdan kirine lê heta niha jî bersivek jê re nehatiye dayîn.    MA / Dilgeş Ruvanas