Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket 2023-02-24 16:29:53   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket. Şewat piştî 5 seatan hate kontrolkirin.    Li Sîteya Organîze ya Pîşesaziyê navçeya Cizîrê ya Şirnexê di kargeha plastîkan de şewat derket. Gelek tîmên agirkujiyê û TOMA sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama şewatê de tu windahiyên canî çênebûn, lê hate ragihandin ku di kargehê de xisareke mezin çêbûye.