Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn 2023-02-24 16:53:01   ÊLIH - Nûçegihanê Rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn ê ji aliyê tetîkkêşên Hîzbûllahê ve beriya 31 salan li Êlihê hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.    Nûçegihanê Rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn ê dema diçû nûçeyê di 24’ê sibata 1992’yan de ji aliyê tetîkkêşên Hîzbûllahê ve beriya 31 salan li Êlihê hate qetilkirin, di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya Goristana Çamlica ya Êlihê hate bibîranîn. Di bîranînê de rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), endamên wê, rojnamevanên li bajêr û her wiha Malbata Altûn, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin, Tevgera Jin Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Di Dêrguşa Şaristaniyê De Winda Kirine re (MEBYA-DER), HDP, DBP, Hevserokên Partiya Çep a Keskan û rêveberên wê di bîranînê de amade bûn. Rêveberê MEBYA-DER’ê Ekrem Degîrmencî yê di bîranîna bi rêzgirtinê destpêkir de axivî, diyar kir ku çapemeniya azad a zextên li ser gel, êşên gel û berxwedana wî ji raya giştî ya cîhanê re radigihîne her tim di hedefa hêzên tarî de ye û anî ziman ku Altûn di bin çavdêriya dewletê de hate qetilkirin.    ‘KUJERÊN ALTÛN DIYAR IN’   Degîrmencî, da zanîn ku faîlê Altûn diyar e û wiha got: “Kujerên Altûn bi gelek belge û raporan derketin holê. Rêya ku şehîdên çapemeniyê xêz kir, tarîtî ronî kir hêj jî ronî dike.” Rêveberê DFG’ê Hakki Boltan jî destnîşan kir ku berî ku Altûn bê qetilkirin serî li miduriyeta polîsan da ku kesên dixwazin wî bikujin hene û wiha got: “Lê desthilatê bergirî negirt. Û li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin. Kesê ew kuştî bi çeka xwe ve hate girtin. Lê ev kes ji ber çeka bêruhset hate binçavkirin. Li Saziya Tiba Edlî jî derket holê ku çek vî bikaranî ye. Lê dîsa nehate darizandin. Di bûyera ku faîl diyare de kesek nehate darizandin.”   DI ROJNAMEVANIYÊ DE ISRAR   Boltan, bi lêv kir ku rojnamevan her tim bi kuştin, binçavkirin û girtinê re rûbirû ne û wiha berdewam kir: “Çawa ku hevalên me di salên 90’î de mirin li ber çavan girtin û rojnamevaniya xwe domand niha jî tevî hemû zextan di rojnamevanê de israr dike. Û kevneşopiya çapemeniyê didomînin. Pênûsê hevalê Cengîz tu caran li erdê nema û namîne.”   Piştî axaftinên hatin kirin beşdarvanan qurnefîl danîn ser goristanê, biranîn bi xwendina helbesta ku nivîskar Zubeyîr Çelîk a bi navê “Nûnerên ronahiyê û şehîdên çapemeniyê” ku ji bo rojnamevanan nivîsandiye bi dawî bû.    Helbesta ku Çelîk nivîsandî wiha ye:  “Leşkerên ronahi ew in Peyrewên Yezdanê mezin Rê dijwar in dîtin, gotin, Ji bo însan xebat kirin “ji “qal û bela” bi peyman in Girêdayî ne jê naqetin Li her derê rast dibêjin Welew serî li ser bidin   Li dij Fîr’ewn û Nemrûdan Mûsa, Îbrahîm û Bûdan Zerdeşt û Manî ronî dan Zilma Roma û Yehûdan Îsa Mesîh li çarmix dan Ebûcehlan pir ezyet dan Roniya çavan Mihemmedan   Mu’awuyan û Harûnan Xwe kirin siltan li ser însan Ebû Mislim ji Xurasan Ji bo bindestan serî hildan Gihan karwanê şehîdan Pir Hellac û Mihyedîn an Rastî gotin serê xwe dan   Mezra botan axa kevnar Gelek xweşmêr û namîdar Oldar, hozan û zaniyar Mirovahî kirin jîndar Cizîrî û Xanî û Hejar Cegerxwînê dil pêta ar Ji nû ve gel kirin hişyar Şên kirin Cûdî û Gebar   Ji dîrokê ev ronî hat Roja me derket nav welat Stêrk li dorê bûn civat Êdî bindest nakin tebat Ji hêlekî çekdar xebat Ji hêlek dî pênûs lebat Me xwe nas kir ev e heyat Av dan jiyan Dîcle û Firat   Eşqa welat pir şêrîn e Asteng li pêş xwe nabîne Apê Mûsa bi bîr bîne Şehîd pîrê rêzanîn e Şûr wek pênûsê tûj nîn e Cengiz rêçê dişopîne Digel Hafiz û Çetîn e Dîrok bi xwîn nivisîne   Nivîsdandin ji bo xortan Pir heval û dost yaran Pey rêça wan ketin karan  Ji bo bindest û bêçar an Jîn afirandin li her war an Bîranîna wan serdar an Roniya me evîndar an.”