Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin 2023-02-24 18:46:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Zafer Kirçûval, xwediyê Otêla Kirçûvalê ku li Meletiyê ji ber erdhejê hilweşiyabû û Cîgirê Şaredariya Battalgaziyê, hat girtin.    Di erdheja Mereşê ya bi pileya 7,7'an de li Meletiyê Otêla Kirçûvalê ya 7 qatî jî hilweşiyabû. 11 voleyvolvanên Malatya Buyukşehîr Belediyesporê û 4 fûtbolvanên ampûte, di bin kavilên otêlê de mabûn.   Xizmên kesên di bin kavilên otêlê de jiyana xwe ji dest dan, giliyê xwediyê otêlê kiribûn. Piştîvê Serdozgeriya Komarê lêpirsîneke berfireh dabû detspêkirin.   Di çarçoveya lêpirsînê de îro danê êvarî Zafer Kirçûval hat binçavkirin. Kirçûval piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Dadgehê Kirçûval girt û ew şand girtîgehê.