Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin 2023-02-24 19:17:48   AMED - Li Amedê apartmana ku wekî "kêmxesar" hatibû nîşandan, îro rapora "pirxesar" ji bo wê hat amadekirin. Malbatan bertek nîşan dan û gotin ku bi rojan e di avahiyê de ne.    Li Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, di dema tespîtkirina xesarê de ji bo Apartmana Aslanê ya 11 qatî hatibû gotin" kêmxesar" e. Lê di roja 19'an a erdhejê de ji bo apartmanê rapora "pirxesar" hat amadekirin. Şêniyên apartmanê bertek nîşan dan û gotin: "Çima pêşî gotin kêmxesar e. Heya niha em di apartmanê de bûn. Çibû gotin pirxesar e. Em dixwazin eşyayên xwe derxin."    Li gor îdiayên şêniyên taxê, polîsên di apartmanê de duh mala xwe bar kirine.    Polîs li ber apartmanê ne û nahêlin welatî eşyayên xwe derxin.