Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin 2023-02-24 20:52:44   EDENE - Ji Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê gelek girtî sewqî Bolûyê hatin kirin.   Hat hînkirin ku ji Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê gelek girtî sewqî Bolûyê hatine kirin. Welatiyekî li girtîgehê esnaftiyê dike got ku li girtîgehê liv û tevgereke zêde ya wesayîtan heye. Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mehtap Sertê da zanîn ku gelek girtî sewqî Bolûyê hatine kirin.   Nehat hînkirin ku bê çend girtî hatine sewqkirin.