Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin 2023-02-24 21:06:09   MEREŞ - Li Elbistanê mexdûrên erdhejê bertek nîşanî tîmên AFAD'ê dan û gotin: "Divê kesên ku we şandine vir îstifa bikin û lêborînê bixwazin."   Rayedarên AFAD'ê ji bo alîkariya madî (10 hezar TL) ku dê desthilat bide mexdûrên erdhejê hat Weqfa Çandê ya Anaolûyê ya Haci Bejta Velî (cemxane), mexdûrên erdhejê bertek nîşanî wan dan. Mexdûran got ku di erdhejan de xaniyên wan hilweşiyane û berpirsê vê jî dewlet e.    ‘EV GEL NE PARSEK E'   Gava tîmên AFAD'ê gotin, ji sedî 40'ê heqê avahiyên nû bên çêkirin gel bide, welatiyekî jî bertek nîşan da û got: "Divê kesên ku we şandine vir îstifa bikin û lêborînê bixwazin. Heya niha ev nehatiye kirin. Xaniyên bi bihayê milyonekê hilweşiyan, hûn çawa dibêjin em ê 10 hezar TL'yî bidin? Ev gel ne parsek e."    Piştî bertekan tîmên AFAD'ê ji Cemxaneyê derketin.