ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-25 09:00:09 * Botaniyan heya niha deriyên xwe ji hezar û 600 malbatên mexdûrên erdhejê re vekirine û ew li malên xwe bi cih kirine. Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Asûman Kulter anî ziman ku gelê Botanê erka xwe ya civakî pêk tîne.   * Jinên mexdûrên erdhejê ku jiyana xwe wekî "berî mala min hilweşe û piştî mala min hilweşe" pênase dikin, bêyî amûrên paqijiyê bi dest wan bikeve karên nav malê dikin.    * Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, bal kişand ser sedema sereke ya erdhejê û got: "Ger hûn hemû hêza xwe ji bo şer amade bikin, gava hûn bi karesatên wiha re rû bi rû bimînin hûn ê di bi bin bikevin."    * Walîtiya Amedê bêyî ku guh li hişyariyên sazî û rêxistinên Amedê bike, bi israr dixwaze konbajarê ji bo mexdûrên erdhejê li qeraxa Çemê Dîcleyê bê çêkirin. Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç bertek nîşanî vê da û got: "Dixwazin mirovan ji civakê îzole bikin û ‘getto’yan ava bikin."   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar daye destpêkirin dê di roja 705 'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 442'emîn de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (10.00)   * TJA, wê li Navenda Çand û Hunerê ya Dicleya li Amedê têkildarî 8’ê Adarê deklarasyonê bi raya giştî re parve bike. (11.00) ZINDΠ   *Dayikên Şemiyê di hefteya 935’emîn a çalakiya xwe de ji bo aqubeta windakiriyên xwe bipirsin û bixwazin faîl bên darizandin wê li ser înternetê daxuyaniyekê bidin. (12.00)   * Malbatên Windakiriyan û ÎHD wê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Êlihê bidomîne. (13.00)   * ÎHD, dê daxuyayiya çapemeniyê ku du hefte carekê li dar dixe û balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar bixe. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehên Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 570’emîn a “Rûniştina F’yê” de li ber komeleya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)