Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan 2023-02-25 09:02:18   DÎLOK - Jinên mexdûrên erdhejê ku jiyana xwe wekî "berî mala min hilweşe û piştî mala min hilweşe" pênase dikin, bêyî amûrên paqijiyê bi dest wan bikeve karên nav malê dikin.    Erdhejên Mereşê li 11 bajar û navçeyên wan bûn cihê karesateke mezin. Di erdhejan de zêdetirî 40 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan. Kesên bi saxî ji erdhejan filitîn jî, bi piştevaniya civakî birînên xwe dicebirîne. Li gelek deverên bajarên kon û konteyner hatine danîn, lê hê jî ne kon ne jî konteyner bi destê gelek malbatan neketiye. Ji ber vê ev malbata ji bêgavî di xaniyên "xesardîtî" de dimînin.    Li kon, konteyner an jî bereqeyan de yên herî zêde zehmetiyê dikişînin jî jin û zarok in. Jin hem hewl didin lazmatiyên xwe yên rojane peyde bikin hem jî karên nav malê dikin.      ‘CILŞOYA KU MIN BI ZORÊ EW STANDIBÛ JÎ ÇÛ'   Jin li ber konan agir vêdixin û li ser vî agirî jî xwarinê çêdikin. Ji xeynî vê bi avên hazir firaqan dişon, çay çêdikin û serê zarokên xwe dişon. Jinên mexdûrên erdhejê ku jiyana xwe wekî "berî mala min hilweşe û piştî mala min hilweşe" pênase dikin, anîn ziman ku karên ku dikin hê jî eynî kar in.      PIŞTEVANÎ   Jin li gundan liq adên xesardîtî xwarinê û nan çêdikin û li gel vê ji bo zexîre, kinc û alîkariyê jî bi saetan di dorê de dimînin. Jinên ku baş dizanin ancax bi piştevaniyê dikarin ji heq van rojên zehmet derkevin, tevî cîranên xwe bi palûteyî karên hev dikin.      Her wiha karên zarokan jî wekî peywireke jinan tê dîtin. Jin, bi ava ku li ser kuçkê germ dikin, serê zarokên xwe dişon. Her wiha bi heman awayî kincên xwe û yên zarokên xwe jî dişon. Dayika 6 zarokan jina penaber got: "Li her derî karê zarokan wekî peywira jinan tê dîtin. Min zarokên xwe ji şer parastin û reviyam hatim vir, lê niha jî wan ji erdhejê diparêzim."    Li herêma erdhejê pirsgirêka herî mezin a jinan jî kêmbûna amûrên paqijiyê ne. Gelek jin, nikarin pedên paqij, kincên bin û amûrên din ên paqijiyê peyde bikin. Lê dîsa jî jin tevî hemû zor û zehmetiyan hewl didin li ser pêyan bisekinin.    MA / Berîvan Kûtlû