Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin 2023-02-25 10:32:28   MEREŞ - Li herêmên erdhejê pêdivî bi mekanîzmayên ku pêwistiyên kesên dezavantajî, pîr û zarokan diyar dikin û li gorî vê tevdigerin heye. Di erdhejê de hinekan diranên xwe yên protez, hinekan cihazên xwe yên bihîstinê û hinekan jî tuwaletên xwe yên portatif winda kirin.    Roja 20’emîn a erdhejê ye. Li navçeya Bazarcix a Mereşê weke kesên xwe gihandine konan yên xwe negihandinê jî hene. Ji bo ku pêdivî li gorî malbatan nayê diyarkirin tevî ku 20 roj derbasbûne jî hêj kesên pêdiviyên wan nehatine bicihanîn hene. Bi taybetî jî ji ber mekanîzmayên ku pêwistiyên kesên dezavantajî, pîr û zarokan diyar dikin û li gorî vê tevdigerin nehatine avakirin, ev beş zêdetir mexdûr dibe.    Kal û kesên dezavantajî ku di erdhejê de ji protezên xwe yên diranan, cihazên xwe yên bihîstinê, gopal, kursiyên biteker û tuwaletên xwe yên portatif bûn, ji ber hêj ev pediviyên wan nehatine bicihanîn bi zehmetiyên gelek mezin re rûbirû dimînin. Pirsgirêkên ku kesên dezavantajî dijîn ne tenê ev in. Ji ber di dema pêşwazîkirina xwarin, xurek û hin pêdiviyan de rêzeke dirêj çêdibe bi taybetî kesên tenê dijîn li vir jî bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Ji ber di rê ve çûnê de zehmetiyê dikişinin gelemperî dimînin dawiya dorê û nagihin tu tiştî.    Xebatkarên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê dixebitin diyar dikin ku ew bûne şahidê çîrokên mirovên ku li konbajaran, stare û gundên ku serdana wan kirine rastî gelek pirsgirêkên bi heman rengî hatine. Tenduristvan destnîşan dikin ku her rêxistinên sivîl ên civakî, sendîka, ode û xêrxwazên li herêmên erdhejê dixebitin, divê di karê xwe yê dema pêş de li komên kesên dezavantajî, pîr û zarokan bifikirin û mekanîzmayên ku karibin hemû pêdiviyên wan bi cih bînin, biafirînin. Tenduristvanan bi lêv kirin ku kesên dezavantajî yên ku beriya erdhejê di nava civakê de cih dîtine piştî erdhejê dest bi xwe tenê hîskirinê kirin û vê yekê jî bandor li psîkolojiya wan kiriye.    MA / Abdurrahman Gok - Rukiye Adiguzel