‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’ 2023-02-25 11:01:05   MEREŞ - Mustafa Adil diyar kir ku ew sax ji erdhejê xelas bûne lê lawê wî jiyana xwe ji dest daye û heke tîmek pispor hebûya dê zarokê wan jiyana xwe j idest neda û dê niha hebûya.    Li navçeya Elbistanê li gorî daneyên resmî 300 avahî hilweşiyane û 924 kesan canê xwe ji dest daye. Gelek birîndar di bin kavilan de li benda tîmên rizgarkirinê sekinînin lê ji derengmayînê jiyana xwe ji dest dan. Gelek kesan jî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Dilxwaz û xelk birînên xwe bi xwe dipêçin.    XEMA WAN GIRAN E    Yek ji mexdûrên erdheja li Elbistanê Mustafa Adil hê jî ew êş û xema ku lawê wî jiyana xwe ji dest daye ji ser xwe neavêtiye. Adil anî ziman ku ew zar û zêçên xwe ji malê derketine lê belê di erdheja duyemîn de di bin kavilê avahiyê de dimînin û lawê wî yê du salî Alî di bin kavil de jiyana xwe ji dest daye. Adil destnîşan kir ku tîmên AFAD’ê negihîştine hawara wan û xizmên wî xwe gihandinê. Adil anî ziman ku ew bi saya xizmên xwe li jiyanê ne û got: “Heke tîmên AFAD’ê di dema xwe de bihatana û mudaxile bikirina dê niha lawê wî li jiyanê bûya. Wê lawê min nemira û wê niha hebûya.”    Adil behsa kêliya erdhejê kir û got ji ber vê êşa hatiye serê wan ji ber pir giriyane êdî hêsirên çavê wan jî nayên û wê vê karesatê tu carî ji bîra nekin. Adil diyar kir ku derûniya wan û zarokên wan xera bûye û ji ber vê yekê jî bo demekê çûne Antalyayê.    MA / Yusra Batihan