Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin 2023-02-25 11:18:47   MEREŞ -  Li Elbistanê dikandarên ku di nava xirbeyên kargehên xwe de digirîn û malzemeyên xwe ji bin xirbeyan derdixînin, nerazîbûn nîşanî taloqkirina deynên nehatin jêbirin dan.    Bi ser erdhejên di 6’ê sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbistanê çêbûn û bandor li 11 bajaran kir re 20 roj derbas bûn. Li navçeya Elbistan û gundên wê hin avahiyên ku dest lê nehatine dayîn hene. Kavilên avahiyên li navenda navçeyê hilweşiyan bi dehan maşîneyên kar tên veguhestin. Kavilên zêdetirî avahiyên hilweşiyan hatin rakirin, li ser xirbeyên ku maşîneyên kar lê dixebitin xwediyên kargehan disekinin. Li ser her xirbeyên li navçeyê tên rakirin bi dehan kes disekinin, makîneyên înşaetê car caran navber didin kar û li bendê disekinin ku mirov di nav xirbeyan de tiştên xwe derxînin. Daxuyanî nedayîna desthilatê ya dê çawa zirarên kargehan bên pêşwazîkirin di dikandaran de dibe sedemê nediyariyê. Tevî ku kargeh hilweşiyan e jî hatina fatûreyên ceyranê didome û dikandar bi awayekî neçar li bendê mayîna xwe didomînin.    NE ALÎKARÎ NE JÎ DAXUYANÎ HEYE   Yek ji dikandaran Alî Dagdelen ku kargeha wî ya 350 metrekare hilweşiyaye diyar kir ku têkildarî dê çareseriyeke çawa ji wan re bê dîtin tu daxuyanî nehatine dayîn û got: “Pirsgirêkên me yên mezin hene. Mezinên dewletê heta niha têkildarî van peyvek jî negotine. Em nizanin ka rewşa me çawa ye. Di daxuyaniyên ku hatine dayîn têkildarî xwediyên mala ne. Ez kirêdar im gelek malê min di bin kavilan de ma. Weke dikandarek divê çi bikim nizanim. Di nava ne diyariyekê de ne.”   DEYN JÊ NEBIRIN    Dagdelen, bal kişand ku hemû deyn hatine taloqkirin, ev yek neçareseriye û wiha berdewam kir: “Şûna ku fatûreyên me yên ceyranê û yên din jê bibin taloqkirin. Deynên bacê taloqkirin. Dema piştî 5 mehên din deynê min ê bacê xwestin ez ê çawa bidim. Dahateke min nebe ez ê çawa bikim. Em li benda daxuyaniyeke zelal in. Divê qismekî deynên ji aliyê fonan qismek jî j aliyê dewletê ve bê dayîn. Dîsa divê ji me re krediya bêfaîz û demdirê bê dayîn. Heke ev neyê kirin ev dikandar nikarin bi ser xwe ve werin.” ‘EM HEWCEYÎ CILEKÊ BÛN’   Semra Kal a kargeha wê bitemamî hilweşiya û li ser kavilan girî jî wiha got: “Hêviyeke me hebû êdî ew jî nîne. Dema erdhej çêbû me xwe bi zorê xelas kir, em ji nav xirbeyan derketin. Mala min kargeha min hebû; ciwan bûn bi hêviyekê dixebitîn. Niha tiştekî me nema. Zerareke me ya mezin heye. Dîsa xaniyên me yên li gund jî hilweşiyan. Dê zerara me çawa were pêşwazîkirin nizanim. Em hewcehî bi kesê nebûn niha hewcehiya me bi cilekê heye. Divê teqez ji dikandaran re çareseriyek bê dîtin.”   MA / Adnan Bîlen