Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane 2023-02-25 11:55:41 HATAY - Malbatên ku li Defneyê naxwazin biçin konbajarê AFAD’ê bêkon mane û tenê li navendek piştevaniyê 600 serlêdanên bo konan hatine kirin.    Li navçeya Defneyê ya Hatayê gelek malbat bêkon mane. Hin malbatên ku mexdûrên erdhejê ne naxwazin li konbajarê ku AFAD ava kiriye bimînin. Gelek malbatên bêkon mane daxwaz dikin ku kon bo wan bên şandin. AFAD’ê kon nade malbatan û malbat bi alîkariya dilxwazan birînên xwe dipêçin. Hat diyarkirin ku tenê li navendek piştevaniyê 600 kesan serlêdana bo wergirtina kon kiriye.   PÊDIVIYA SEREKE KON Û AV E    Devrîm Şîmşek ê ku bi dilxwazî li bajêr dixebite diyar kir ku hewcedariyek zêde bi konan heye û her wiha pêdivî bi xurek û tiştên paqijiyê heye. Şîmşek anî ziman ku xelk nikare konan bikire û her dever wêran bûye mexdûrên erdhejê li benda konan in. Şîmşek anî ziman ku nêzî 600 malbatan bo wergirtina kon serî li wan daye û niha beriya her tiştî pêdiviya herî girîng kon û av e. Şîmşek destnîşan kir ku xelk naxwaze dest ji bajarê û warê xwe berde û terka vir bike û dixwazin di konan de bimînin heta birînên wan tên pêçan.    LI KÊLEKA MALA XWE BI XESAR DIMÎNIN    Li taxa Hurriyetê ya Defneyê malbata Paltaci jî bê kon maye û ji ber konên wan nîne di wesayît û baxçeyên mala xwe ya li ber mala wan xesar dîtiye, dimînin. Îsa Paltaci da zanîn ku her çiqas ji bo wergirtina kon wan serlêdan kiriye jî lê kon wernegirtine.    KON WERNEGIRTIYE    Davût Dîbîoglû li cihek nêzî mala xwe li eraziyek vala dimînin jî got wan ji bo wergirtina konan serlêdan kiriye lê hê wernegirtiye û piştî erdhejê malbata wî çûye Mêrsînê. Dîbîoglû anî ziman ku tiştek xwe pê germ bikin û konê wî tune ye.    MA / Azad Altay - Mujdat Can