Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya 2023-02-25 12:47:44   MEREŞ - Hin welatiyên piştî erdheja sala 1966’an a Gimgimê koçî Mereşê kirin û navê Gimgimê li gundê xwe kirin. Van welatiyan piştî 57 salan heman qeder hat serê wan. Welatiyan got erdheja 1966’an li wan vegeriyaye.    Li navçeya Gimgimê ya Mûşê di 19’ê tebaxa 1966’an de erdhej lê çêdibe û 2 hezar û 394 kes jiyana xwe ji dest didin. 4 birayên hev piştî erdhejê 2 sal şûnve ji Gimgimê koçî navçeya Turkoglûya Mereşê dikin û ji xwe re gundek ava dikin û navê navçeya xwe Gimgimê li gund dikin. Gundê wan 15 mal e û li bi giştî 200 kes li gund dijîn. Ji ber erdheja Mereşê gelek mal hilweşiyan û malên mayî jî xesarên giran dîtine. Malbata Sonmez ku di erdheja 57 sal berê de 8 ferdên malbata xwe ji dest didin û malbatê niha jî di erdheja Mereşê de 8 ferdên malbata xwe ji dest da.    HEMAN QEDER HATIYE SERÊ WAN   Gundiyan xizmên xwe di bin kavilan de mabûn xwe bi xwe derxistin û diyar kirin ku dewlet ji bo alîkariyê li hawara wan nehatiye û tenê ekîba tespîta xesarê çûye gundê wan. Ferdên malbata Sonmez behsa çîroka koçberiya xwe kirin û anîn ziman ku wan li gundê xwe jiyanek nû ava kirine lê li vir jî cara duyemîn bûn mexdûrê erdhejê. Ferdên malbatê destnîşan kirin ku dewletê di erdheja sala 1996’an de jî û di erdheja îroyîn de jî alîkariya wan nekirine û qedera 57 sal berê dîsa hatiye serê wan.    MA / Dilgeş Ruvanas