Suheyla Qazî koça dawî kir 2023-02-25 13:09:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Suheyla Qazî ya keça avakarê Komara Kurdî ya Mehabadê Qazî Mihemed e, koça dawî kir.    Suheyla Qazî ya keça avakarê Komara Kurd a Mehabadê, Qazî Mihemed, duh li bajarê Bonnê yê Elmanyayê koça dawî kir. Suheyla Qazî di 11’ê tîrmeha 1941’an de li Mehabadê ji dayik bû, zêdetirî 40 sal bûn li sirguniyê dima.    Suheyla Qazî di sala 2010’an de li Amedê beşdarî Konferansa Jinên Kurd bûbû û wê demê ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re axivîbû. Suheyla Qazî wê demê gotibû "Ez di hesreta vegera welat de me.”