Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe 2023-02-25 13:46:53   MEREŞ - Li Elbistanê bi 852 maşîneyên kar xirbe tên rakirin. Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke gelek cuda hişyar bibe.    Li Elbistana ku navenda erdheja duyemîn bû ji 2 hezaran zêdetir avahî hilweşiyan û ji hezaran zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku bi ser erhdejê re 19 roj derbas bûne jî pirsgirêkên weke avê, tuwaletê, stargeh û xwarinê didomin. Xirbeyên li bajêr bi lez û bez tên rakirin û dibin derveyî navçeyê. Navçeya ku rojê 60 kavil lê tên rakirin, ketiye nava tozê. Li navçeya 200 kamyon kavilî vediguhêzin de bi dehan kemce kavilan radikin. Waliyê Qeyseriyê Gokmen Çîçek ê weke “Waliyê Koordînator” tayînî navçeyê hate kirin, hilweşîna çêbûyî, stargeh û pêdivî tune hesibandin û got “Em dixwazin roja duşemê bi Elbistaneke gelek cuda hişyar bibin.”   WALÎ XEWNAN DIBÎNE   Çîçek ê derbarê rakirina xirbeyên li Elbistanê de agahî parve kirin, anî ziman ku wê di demekî kurt de xebat bi dawî bibin. Çîçek, ê diyar kir ku li Elbistanê rojê 60 kavil tên rakirin wiha got: “Di heman demê de li herêmê 280 kamyonên me dixebitin û îro wê 30 kamyonên me yên din bên. Ji bo ku li herêmê tenê kavilan rake niha 88 ekskavator dixebitin. Bi maşîneyên din ên kar ve niha 852 maşîneyên me yên kar li qadê dixebitin. 4 hezar û 200 personelê me di nav xebatên normalîzekirina jiyanê dixebitin. Hezar xebatkarên me li konbajarekî û 2 hezar jî li konbajarê din dixebitin. Ewlehiya konbajar, pirtûkxaneyên wê yên gerok her tiştê wê amade ye. Em dixwazin roja duşemê bi Elbistaneke gelek cuda hişyar bibin.”   MA / Adnan Bîlen