Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye 2023-02-25 14:32:54   STENBOL - Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê pêdiviyên li herêmên erdhejê parve kir û diyar kir ku hwecedarî bi piştevaniya ernternasyonal heye.    Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) rapora herêmên erdhejê eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku li hemû bajarên erdhejê xebatên lêgerînê û rizgarkirinê dereng hatine destpêkirin û hê jî hawar û alîkarî negihîştiye hin gundên li herêmên erdhejê.    ‘DEWLET Û ÇETEYÊN XWE KETINE PEY RANTÊ’    Di raporê de hat diyarkirin ku AFAD di rizgarkirina mirovan û alîkariyê de kêm û deren maye û derfetên mudaxileyê hatine astengkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku dewlet di warê rizgarkirina welatiyan de dereng maye û dewleta ku divê li hawara xelkê biçûya lê ji bo berjwendiyên çeteyan dest bi xebata rakirina kavilan kiriye û bajarên hilweşiyayî ji bo wan bûne cihê rantê.    XEBATA TENDURISTIYÊ    Di raporê de hat gotin tenê ne hawar û alîkarî kêm maye di heman demê de xebatên tîmên tenduristiyê jî dereng mane û Wezareta Tenduristiyê xebatek birêkûpêk li herêman pêk neaniye.    PÊDIVIYÊN SEREKE    Di raporê de bal kişand ser tenduristiya derdorê û wiha hat gotin: “Ava vexwarinê ango paqij tune ye. Ji bo pêdiviya tewaletên jin û zarokan tu gavek nayê avêtin. Heman tişt ji bo extiyar û astengdaran jî heye. Di eşyayên paqijiyê-hîjyenê de jî gelek kêmasî hene. Pirsgirêka cilan heye. Pêdivî kon, cilan, xurek, derman û paqijiyê heye.    Di raporê de hat diyarkirin ku piştî erdhejê li herêman koçberiyek zêde jî dest pê kiriye û li herêman li dijî penabaran jî polîtîkaya cihêkariyê ketiye dewrê.    Di raporê de pêşniyazên ji bo herêmên erdhejê hatin kirin û hat destnîşankirin ku hewcedarî bi piştevaniyek enternasyonal heye.