Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine 2023-02-25 15:26:27   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku girityê nexweş Huseyîn Ortaç ê 82 salî di 2 salan de şandine 4 girtîgehan û xwest demildest bê berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 438’emîn de li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Mafê tedawiya maf e, nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Huseyîn Ortaç (82) ê li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H’yê tê ragirtin.    ERDHEJÊ BANDOR LI SER GIRTIYAN KIRIYE    Tûrgût bi bîr xist ku erdheja navenda wê Mereş bû çêbû bandorê li ser girtîgehên herêmên erdhejê jî kiriye û malbatên girtiyan û girtî ketine nava fikaran.    Turgut da zanîn ku girtiyên li herêmên erdhejê sewqî girtîgehên bajarên wek ntalya, Samsun, Kirşehîr, Ereglî (Konya), Kirikkale, Tokat, Yozgat, Erzîngan û Bodrûmê hatine kirin û girtiyê nexweş di bin bandora erdhejê û vê sewqê de mane.    LI 4 GIRTÎGEHAN GERANDINE    Turgut anî ziman ku girtiyê nexweş Huseyîn Ortaç li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H’yê tê ragirtin û wiha got: “Huseyîn Ortaç ji Mêrdînê ye. Di sala 2021’an de hatiye girtin û wî şandine Girtîgeha Mêrdînê. Piştre jî wî şandine Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê û paşê jî wî şandine Girtîgeha Dumlu ya Erziromê ya Ewlehiya Bilind û ji vir jî wî şandine Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H’yê. Girtiyê nexweş ku extiyar e di nava 2 salan de wî li 4 girtîgehan gerandine. Malbata wî li Edeneyê dimîne û ji malbata xwe dûr di hefsê de ye û ev yek jî binpêkirinek cuda ya mafan e.”    NIKARE PÊDIVIYÊN XWE DABÎN BIKE    Turgut destnîşan kir ku Ortaç nikare pêdiviyên xwe rojane dabîn bike û her ku diçe rewşa tenduristiya wî giran dibe û divê demildest bê berdan.