Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan 2023-02-25 15:39:07 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan ÎHD’a Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” de hat xwestin ku girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 570’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist.    Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de balê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Erdem (73) ê 27 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê tê ragirtin. Bi pankartan hat xwestin ku Erdem were berdan. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Meryem Bars li ser navê Komîsyonê daxuyaniya vê hefteyê xwend. Bars bal kişand ser nexweşiyên Erdem û penceşêra qirikê lê peyda bûye û ji ber vê emeliyat bûye û ji ber vê yekê nikare biaxive û her wiha pirsgirêkên derûnî pê re çêbûne.    Bars nameya ku hevalê qawîşê yê Erdem nameya şandiye xwend û di nameyê de tê gotin her ku diçe rewşa Erdem girantir dibe. Bars da zanîn ku nexweşîn û girtîgeh mafê jiyanê û tenduristiyê yê Erdem dixe xetereyê û xwest demildest bê berdan.