Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne 2023-02-25 16:04:26   AMED - Kesên li Diyar Galeriaya ya beşeke wê hilweşiya rûdinin û dikandarên wir ji bo tiştên xwe yên taybet ên di hundir de mane çalakî li dar xistin.    Welatî û esnafên ku li Diyar Galeriaya ya li ser Cadeya Xarpêtê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ye û di erdhejê de niviyê wê hilweşiya, ji bo eşyayên xwe yên taybet di beşa ku saxlem mane de daxuyanî dan. Beşeke Diyar Galeriya ku 700 kes lê dijiyan û ji 50'î zêdetir esnaf lê diman û 4 blokan pêk dihat hilweşiyan, li blokên din jî talokeya hilweşînê heye.    DAXWAZA KU BILA TESPÎTA XESARE WERE NÛKIRIN   Serpîl Kaydal a li ser navên kesên di avahiyê de rûdiniştin û esnafên lê diman daxuyanî da, sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan xwest û wiha got: “Dema em ji malê derketin li avahiya me tu zaiyat tune bû. Piştî ku Bloka B’yê hilweşiya em ketin şoke. Me nekarî tiştekî xwe bigirin, em bi pîcemayên xwe hatin xwarê. Li bajarên gelek mirovan tiştên xwe yên taybet û tiştên malê wergirtin. Em jî weke şêniyên avahiyê û esnaf dixwazin firsetekê bidin me. Bila tespîta xesarê bê kirin, deqîqeyekeme nîne ku em bisekinin em li cem xizmên xwe mevan in. Pêşeroja şêniyên avahiyê û esnafan li hundir e. Hevalên dikandar di dema pandemiyê de jî pirsgirêk jiyan, bila ev dubare nebin.”   ‘KEDA MIN A 20 SALAN DI HUNDIR DE MA’   Kaydal, anî ziman ku beriya niha jî têkildarî mijarê bi walîtiyê re hevdîtin kirine lê tu veger li wan nebûye. Kaydal, xwest ku di nava 24 saetan de dîsa tespîta xesarê bê kirin û ev tişt gotin: “Hemû tiştên taybet ên şêniyên avahiyê di hundir de ne. Heke xizmên me nebûna em jî da di konan de bimînin. Her tişt gelek biha ye em ê çawa bijîn. Em eşyayên xwe yên taybet ên manewî bigirin ji kerema xwe dengê me bibîhizin. Keda min a 30 salan di hundir de ma, 30 salên min ên din nînin.”