Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn 2023-02-25 16:43:53   AMED - Fatûreya vînca ku ji bo rizgarkirina pisîkên li Diyar Galeria asê mabûn anîn, li komeleya parastina heywanan dike hat birîn.    Li Amedê du blokên Navenda Kar a Diyar Galeria jî di erdhejê de hilweşiyabûn. Du blokên wê jî hilnweşiyane û xesarek mezin lê çêbûne. Gelek heywan ango kuçik û pisîk ên rûniştivanên avahiyê li wir asê mabûn. Navenda Mafên Heywanan a Baroya Amedê, Komeleya Parastina Heywanan û Xwezayê ya Amedê, Komeleya Parastinên Patî (Paw Guards) ji bo rizgarkirina hewyanên asê mabûn, ketin tevgerê û hilweşandina avahiyê hatibû sekinandin.    Ji bo rizgarkirina van heywanan 2 roj rêbazên cuda hatin bikaranîn. Herî dawî vîncek ji Xarpêtê anîn û 13 pisîkên li avahiyê mabûn hatin rizgarkirin.    FATÛREYA VÎNCÊ LI KOMELEYÊ BIRÎN    Her çiqas li ser medya dîjîtal hat gotin û nûçe hatin parvekirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye û Hêzên Çekdar ên Tirk ji bo heywanan seferber bûne jî lê fatûreya operasyona rizgarkirina heywanan li xwediyê wan heywanan hat birîn.    Derket holê ku heq ango fatûreya vînca ji Xarpêtê anîne li Komeleya Parêzvanên Patî hatiye birîn. Komeleyê li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal diyar kir ku ji bo vîncê 70 hezar lîre razandiye.